Y.J.Ê.R Cejna Qiyametê li Xiristiyanan pîroz kir

Y.J.Ê.R’ê Cejna Qiyametê li tevahî Xiristiyanan pîroz kir û diyar kir ku pîrozkirin û pêkanîna rêûresmên olî yên pêkhate û baweriyan nîşaneya reseniya gelên herêmê ye.

Y.J.Ê.R Cejna Qiyametê li Xiristiyanan pîroz kir
19 nîsan, 2025   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, (20’ê Nîsanê) Cejna Qiyametê ye ku tevahî Xiristiyanên li seranserî cîhanê pîroz kir. Bi vê boneyên Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava (Y.J.Ê.R) peyameke pîrozbahiyê da.

Y.J.Ê.R’ê di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe ji tevahî Xiristiyanên li seranserî cîhanê re pêşkêş kirin û got: "Em bi hêvî ne cejna bibe wesîleya belavbûna aştî û hezkirinê, li gorî peyama Îsa Mesîh, ku her tim banga belavkirina xêr û aştiyê li seranserê cîhanê dikir."

Y.J.Ê.R’ê di peyama xwe de anî ziman ku pîrozbahî û vejandina rêûresm û cejnên olî yên pêkhateyên herêmê nîşaneya reseniya gelên wê ye û wiha domand: "Me Newroz, Cejna Remezanê, Ekîto û Sersala Êzidî pîroz kir û niha jî bi Cejna Qiyametê pîroz dikin. Ev cejn û bone nîşaneya reseniya gelên me û girêdana bi xaka re ye."

(fr)