Serokê IEA’yê: Cîhan bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ye

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) got cîhan bi krîza enerjiyê ya herî mezin a dîrokê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku bihayên petrolê zexteke girîng li ser gelek welatan çêkiriye.

Serokê IEA’yê: Cîhan bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ye
30 nîsan, 2026   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa France-Presse (AFP), serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî Fatih Birol di civînek li ser asta bilind de li ser veguherîna enerjiyê ku li navenda ajansê ya li Parîsê hate lidarxistin diyar kir ku cîhan bi "pirsgirêkeke mezin a enerjî û aborî" re rû bi rû ye.

Birol sedema vê pirsgirêkê spart zêdebûna bihayên petrolê ji ber şerê li Rojhilata Navîn û got bilindbûna bihayê petrolê zexteke mezin li ser gelek welatan çêkiriye.

(bb)