150 hezar koçberên lubnanî di kampan de ne

Li gorî Associated Press di pêla mezin a koçberiyê de ku milyonek kesî derbas kir, zêdetirî 150 hezar lubnanî li kampên li hundirê welêt dimînin.

150 hezar koçberên lubnanî di kampan de ne
30 nîsan, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press ku agahiyên xwe ji Neteweyên Yekbûyî (NY) wergirtine, ragihand ku li seranserî welat hejmareke mezin a welatiyên Lubnanê bê war mane û da zanîn ku di nava wan de zêdetirî 150 hezar kes li kampên li hundirê welêt dimînin.

Heman ajansê diyar kir ku hişyarî û bombebaran bûn sedema valabûna bi temamî ya gundan û koçberiya zêdetirî milyonek kesî. Her wiha îşaret pê kir ku rewşa mirovî ya koçberan zehmet e.

Li gorî ajansê, pisporên hiqûqa navneteweyî dibêjin hişyariyên Îsraîlê gelek caran pir berfireh û vekirî ne, ev yek jî di demekê de tê kirin ku Îsraîl dibêje ew plan dike herêmeke tampon a 10 kîlometre fireh li ser sînor dagir bike û rê li ber vegera niştecihan bigire heta ku “gefa Hizbullahê ji holê rabe”.

(bb)