Şerê li Xezayê û senaryoyên muhtemel

Mamosteyê jeosiyasî Xelîl El Hilo têkildarî dan û standinên agirbesta Xezayê diyar kir ku tu nîşaneyên serketina dan û standinan xuya nakin. El Hilo anî ziman ku eger şer bi dawî bibe jî dê krîza rêvebirina Xezayê derkeve. Her wiha got, çarenûsa başûrê Lubnanê bi şerê li Xezayê ve girêdayî ye.

Şerê li Xezayê û senaryoyên muhtemel
25 tebax, 2024   09:59
BEYRÛT
-RANIYA UBÊD

Mamosteyê jeosiyasî û serbazê teqaûdbûyî Xelîl El Hilo têkildarî şerê li Xeza û başûrê Lubnanê, senaryoyên bersiva Îranê ya li hemberî kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye û fermandarê Hizbullah Fûad Şukir, her wiha dan û standinênên bi armanca agirbesta li Xezayê ku li Qahîre ku di navbera rayedarên Îsraîl û Hemasê de pêk werin, ji ajansa me re nirxandin kirin. 

Xelîl El Hilo der barê dan û standinên li Qahîreyê de diyar kir ku tu nîşaneyên serketina dan û standinan tune ne û wiha domand: "Netanyahu bi israr e ku şertên xwe ya bidawîkirina şer heta qedandina Hemasê ve girêdayî ye. Netanyahu Hemas tawanbar dike ku dan û standinan asteng dike. Lê her kes dizane yê astengiyan li pêşiya dan û standinan derdixe Netanyahu bi xwe ye. Tişt di destê Hemasê de tune ye ku ji dest bide. Hemas ji bilî şertên bi garantiya agirbesteke mayînde, şertên li ser wê têne ferzkirin, red dike."

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Anthony Blinken gotibû, "Em hewl dide şerê li Xezayê bi dawî bikin. Dem pir girîng e. Ji ber ku herêmê rûbirûyî xeteriyên rageşiyê dihêle."

Li gorî El Hilo, DYA’yê ji Hemasê dixwaze şertan weke gaveke destpêkê qebûl bike û piştre weke gava duyemîn agirbesteke mayînde pêk bê. Lê Hemas vê yekê red dike. El Hilo wiha got: "Ev 11 meh e şer heye. Lê heya niha Îsraîlê nikarî Hemas têk bibira."

El Hilo anî ziman ku ger dan û standin bi ser bikevin, dê krîzeke mezin têkildarî kî Xezayê bi rê ve bibe û gelo Hemas ji qada siyasî ya Xezayê bi dûr bikeve derkevin.

ÇARENÛSA ENIYA LUBNANÊ

Bi destpêka şerê li Xezayê re, li başûr Lubnanê jî di navbera Hizbullah û Îsraîlê re şer dest pê kir.  Gelek caran Îsraîlê baregeh û fermandarên Hizbullah kirin hedef.

El Hilo anî ziman ku Dife El Xerbiye ji xwepêşandanan vedigere şerekî rasteqîn û got: "Ew yek jî bi rêya teqîn, çekên Îranê yên ku ji Urdinê dikevin herêmê pêk tê. Bi wê re Dife El Xerbiye ji bo Îsraîlê xetere e. Ji ber ku 3 milyon filistînî û 600 hezar Îsraîlî li wir hene. Îsraîliyên li wir jî hewl dide filistinî li wir bi cih nebin."

Li gorî El Hilo şerekî berfireh naqewime û ev nirxandin kir " Hizbullah naxwaze ev şer fireh bibe. Rast e ku wê eniya başûr ji bo piştgiriya Xezayê vekir, lê piştre Îsraîlê li dijî fermandarên Hizbullah sûîqastkirin pêk anîn û nuqteyên wê kirin hedef. Şenaryoya pêş ji bo şer ew e ku şer bi rageşiyeke bilind dewam bike. Îsraîl jî dixwaze Hizbullah neçar bike ku bi kûrahiya 8 kîlometreyan ji  sînor vekişe. Lê piştre xwest 40 kîlomtere ji sînor dûr bikeve. Armanca zelal e ewlehiya xelkê bakur ên ku ji ber êrişên Hizbullah koçber bûne ye. Lê Hizbullah diyar dike ku ger şerê Xezayê bisekine dê eniya başûrê bisekine. Lê li gorî nîşaneyan dê şerê Xezayê dewam bike. Bi wê re dê Hizbullah di şerê xwe de dewam bike. "

El Hilo diyar kir ku Îsraîlê dê karekî ku zerarê bide DYA’yê neke. Li gorî El Hilo,  sedema vê yekê ew e ku DYA’yê we naxwaze Îran li Lubnanê bikeve nava şer û naxwaze li dijî Îranê şer bike.

El Hilo got, senaryo sivikbûn an giranbûna şer bi dan û standinên dê li Qahîreyê û encamên wê ve girêdayî bin.

BERSIVA ÎRANÊ ÇI YE?

El Hilo bal kişand ser bersiva Îranê ya li hemberî kuştina Fûad Şukir û Îsmaîl Heniye û wiha axivî "Bersiva Îranê wê teqez hebe.  Lê awayê bersivdanê ne diyar e. Dibe ku giştî û tund be. Lê karekî wiha, dibe ku Îsraîl jî bersiveke wêranker be. Dibe li benderên petrolê yên Îranê bide ku bi xwe re şerekî herêmî yê fireh bîne. Em dikarin bêjin ku Îran, Hizbullah û DYA’yê şer naxwazin.Lê Îsraîlê şer dixwaze û dixwaze Washingtonê bixe nava şer."

El Hilo di dawiyê de got Îran îhtîmalên bersivdanê lêkolîn dike û îhtîmala derbeyeke biêş li dijî Îsraîlê bêyî ku herêm bikeve nava şerekî dê hilbijêre.  El Hilo got: "Bê guman peywendî di navbera Îran û DYA’yê de hene ku di dema dan û standinan de bersivê nede, da ku dan û standin nayên astengkirin. Diyar e Îran vê yekî qebûl dike û naxwaze ew bi têkbirina dan û standinan were tawanbarkirin."

(fr)