Hizbullah bersiva kuştina Şukir da

Hizbullah li dijî kuştina Fûad Şukir "operasyoneke leşkerî" li dijî Îsraîlê pêk anî. Îsraîlê li dijî êrişên Hizbullah rewşa awarte ragihand

Hizbullah bersiva kuştina Şukir da
25 tebax, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN                            

Hizbullah vê sibehê ragihand ku êrişeke hewayî ya berfireh li Îsraîlê daye destpêkirin û diyar kir ku "Devereke leşkerî ya çalakî" kiriye hedef.

Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku "Operasyona leşkerî" heta bi dawî bibe dem dixwaze û destnîşan kir ku dê der barê armanc û rêveçûna operasyonê daxuyaniyeke berfireh bide.

Hizbullahê "Operasyon" wekî bersiva kuştina fermandarê wê Fûad Şikur destnîşan kir ku ku Tîrmeha îsal li Beyrûtê ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin.

Çapemeniya ser bi Hizbullahê ve ragihand ku Hizbullah zêdetirî 100 moşek avêtin devera Celîl Xerbî.

Hizbullah di daxuyaniyeke din ev agahî da "Operasyona me ya leşkerî îro bi dawî bû û bi saya xwedê bi serket. Sekretêrê Giştî yê Hizbullah dê îro têkildarî operasyonê daxuyaniyekê bide."

Li gorî medyayên îsraîlê, artêşa Îsraîlê vê sibehê bi dehan moşekên ku ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê ku bi erebî li ser "Telegeramê" weşandiye, ev nivîsî bû "Piştî şopandina amadekariyên avêtina top û moşekan ber bi Îsraîlê ve,  em êrişî Lubnanê dikin da ku tehdîdên Hizbullahê bi dawî bikin. "

Artêşa Îsrîalê bang li tevahî niştecihên lubnanî yên nêzî herêmên Hizbullahê kir ku ji bo parastina xwe û malbata xwe ji herêmê derkevin.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku dê ji bo parastina welatiyên îsraîlî her tiştên pêwîst bike. Berdevkê artêşa Îsraîlê  Danial Hagarî di dîmenekê de ku li ser ’X’ weşandiye parve kiriye de got, "Niha balafirên me êrişî hedefên Hizbullahê dikin."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê "ji bo rêgirtina êrişeke mezin a Hizbullah", êrişeke mezin li Lubnanê pêk bîne. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant 48 saetan rewşa awarte ragihand. Rewşa awarte îro saet 06.00 destpê kir.