Serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li kantona Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat giritn.

Serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
14 tîrmeh, 2024   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihaninê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate diyarkirin  Dezgeha Eewlehiya Giştî bi Hevkariya Koalîsyona Navneteweyî roja Şemiyê 13’ê Tîrmehê operasyoneke bi bandor li dijî serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Xalid Hesen Selûm ku bi navê Ebû Fatima El Şiêtî tê naskirin li dar xist.

Di dauxyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama operasyona ku bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê hat lidarxistin de serçete  Xalid Hesen Selûm hat girtin.

Der barê serçeteyê hatî girtî jî de ev agahî hatin parvekirin "Wekî emîrê xizmetên diravê li Dêrazorê wesîfe girtibû. Alîkarê terorîst Ebû Suheyb El Iraqî bû. Beriya rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve, terorîst Xalid Hesen Selûm di dîmenekê ku DAIŞ’ê weşandibû de banga şer li çekdarên DAIŞ’ê dike. Piştî têkbirina rêxistina DAIŞ û rizgarkirina herêmê Ebû Fatima El Şiêtî şaneyeke herî xeternak a terorîst a ji pêkanîna kuştinan  bi rêve dibirin."

(bb)