Îsraîlê êrişî Şamê kir: 1 Kuştî, 3 birîndar

Artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê kirin hedef. Hate zanîn ku di encamê leşkerekî Şamê hat kuştin û 3 leşker birîndar bûn.

Îsraîlê êrişî Şamê kir: 1 Kuştî, 3 birîndar
14 tîrmeh, 2024   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî girtiye ragihand ku artêşa Îsraîlê duh derengî şev li herêma Kefersûse ya Şamê baregehên leşkerî û avahiyeke niştecihan bombebaran kir.

Heman çavkanî diyar kir ku êrişa bi moşekan ji aliyê Colanê ve hat kirin û got: "Pergala me ya parastina hewayî hinek moşekên dijmin xistin."

Li gorî  heman ajansê, di êrişê leşkerekî Şamê hat kuştin û 3 leşkerên din birîndar bûn.

(bb)