Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Qamişlî

Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Qamişlî û soz da ku mîrasa şehîdan biparêzin û şopdarên rêya wan bin.

21 gulan, 2024   15:07
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê, endamên saziyan, meclisên sivîl û leşkerî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mezlûm Qamişlî bûn. Merasîm li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate lidarxistin. 

Şehîd Mezlûm Qamişlî (Basil Lorans El Hiso) di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî nuqteyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li bajarokê El Şehîl birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Emar Mûsa axivî û sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Qamişlî û got: "Bi saya fedakariyên şehîdên mîna Mezlûm û bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan êriş û hewldanên fitneyê têk çûn."

Mûsa wiha domand: "Biryara gelê herêmê diyar e, em ê mîrasa şehîdan biparêzin û ji bo azadiyê û Sûriyeya demokratîk a nenavendî tê bikoşin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî got: "Em fedakariyên şehîdan silav dikin. Ciwanên herêmê destnîşan kir ku êriş û planên fitneyê vîna wan naşikînin û şehîd Basil ji bo vê helwestê mînak e."

Endama Kongra Star Samiye Xelîl jî wiha axivî: "Vîn û hêza ku gelê me ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan werdigire, tu carî naşike. Em dev ji doza xwe bernadin û têkoşîna me dê bi serkeftinê tacîdar bibe."

(şx)

ANHA