Efserekî hikumeta Şamê li Himsê hate kuştin

Efserekî hikumeta Şamê di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî nuqteyeke leşkerî li çolistana Sexnê ya Himsê de hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Efserekî hikumeta Şamê li Himsê hate kuştin
21 gulan, 2024   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyeke leşkerî ya "Firqeya 25`an a Erkên Taybet" a hêzên hikumeta Şamê ya li çolistana Sexnê ya li rojhilatê Himsê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama êrişê de efserek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

(şx)