Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo şehîd Zelal Zagros merasîmek li dar xist. Şêniyên tev li merasîmê bûne, soz da ku têkoşîna wê temam bikin.

Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir
Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir
Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir
Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir
Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir
Şêniyên Minbicê teqezî bi şopandina rêya şehîd Zelal Zagros kir
25 ÇILE, 2024   14:16
MINBIC

Şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, komîte û saziyên wê, meclisên sivîl ên kantonê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, partî, rûspiyên êlan tev li merasîmê bûn. Merasîm li hola Meclisa Rûspiyan a Minbicê li dar ket. 

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê Huda El Ebdullah axivî û got: "Şehîd serbilindiyên neteweyan û hêviyên pêşerojê ne. Ji bo parastina welêt û azadiyê, canê xwe feda kirin û navên xwe di rûpelên dîrokê de xêz kirin.”

Hûda wiha domand: "Şehîd Zelal, rêvebereke bêhempa û mînaka lehengiyê û fedakariyê bû. Jiyana xwe di oxira parastina welatê xwe û jinan de xerc kir, dawiyê di vê rêyê de piştî têkoşîna 31 salan şehîd bû."

Huda soz da ku rêya şehîd Zelal û tevahî şehîdan bişopînin ta ku serkeftinê bi dest bixin, civakeke demokratîk li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan û ewlehiyê û aştiyê pêk bînin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a kantona Minbicê Sîham Hemo got: "Zelal, xwedî rihê berpirsyariyê bû, wefadar û dilsoz bû. Bê westan hewldanên mezin kirin. Rolek di avakirina meclisên sivîl li bajarê de di destpêka rizgarkirinê de lîst."

Sîham wiha berdewam kir: "Zelal ji her kesî nêz bû, şênî jê hez dikirin ji ber ku bi wan re saf bû ji ber wê hate hedefgirtin. Em baş dizanin ku dewleta Tirk û tevahî pergalên sozdest, jinên têkoşer û yên di rizgarkirina civakê ji koletiyê û zordestiyê de xwedî rol in dike hedef."

Di dawiyê de Sîham soz da ku bi rihê şehîdan rêya wan temam bikin, destkeftiyên şoreşê biparêzin, dev ji doza xwe bernadin û heta civakeke ku edalet û wekhevî lê serwer e ava bikin, dê tê bikoşin.

(şx)

ANHA