Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin

Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin û pêdiviya xwe ya elektrîkê pêk tînin.

Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin
12 tîrmeh, 2026   05:54
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Piştî mazot gelekî biha bû û xwediyên jeneratorên elektrîkê nema dikarî mazotê peyda bikin û jenaratorên xwe sekinandin. Niha şêniyên Hesekê berê xwe didin enerjiya rojê û elektrîka xwe jê digirin.

Mihemed El Xelef got piştî mazot biha bû pirsgirêka elektrîkê mezintir bû û niha şênî ji bo pirsgirêka elektrîkê çareser bikin pergalên enerjiya rojê datînin.

El Xelef da zanîn ku hemû malbat nikarin pergalên enerjiya rojê ji xwe re bikirin, ji ber ku biha ne. Malbatên nikarin bikirîn jî her tim li benda elektrîkê ne.

Her wiha El Xelef diyar kir ku jeneratorên elektrîkê ji ber ku mazot biha ye, nema didin bikaranîn û wiha pê de çû: "Dema ku elektrîk qut dibe, gelekî bandorê li jiyana me dike. Bi taybet di havînê de em gelekî zehmetê dibînin. Elektrîk nîn e ku em beradan pê vêxin, xwarina me xirab dibe û em ava sar peyda nakin ku vexwin. Cîran li gorî derfetên xwe bi hev re dibin alîkar lê wekî dîtir her kes bê çare maye.”

Koçberê Serêkaniyê Ezîz El Îd got: "Koçber nikarin enerjiya elektrîkê bikirin. Em bi zorê dikarin debara jiyana xwe bikin û germahiya havînê di bin konan de tehemul dikin."

(np)

ANHA