Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê

Ehmed Mîrî ji 33 salan ve karsaziyê dike, bi darikên xeyzeranan berhemên ku bandorên wan ên baş hene ji bo mirovan çêdike. Wî karê xwe ji Şamê aniye Qamişloyê.  

Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
Li Qamişloyê karsazekî xeyzeranê
12 tîrmeh, 2026   06:46
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Ehmed Mîrî yê 48 salî, ev 33 sal e karsaziya ku ji bavê xwe fêr bûye, didomîne. Vê gavê ew ji bo ku bi behreya xwe li warê xwe vegerîne, ji Şamê vegeriya Qamişloyê.

Ehmed Mîrî ji taxa Qidûrbeg a Qamişlo ye. Wî bi malbata xwe re, salên 1990`î ji bo kar berê xwe daye Şamê. Mîrî li Şamê li gel xelkê bi bavê xwe re fêrî vê xebatê bû û pê re jî xwişkên wî jî fêr bûn. Niha ew, xwişkeke xwe û hevjînê xwişka wî vê xebatê dikin.

Ew sala 2024`an bi tena xwe vegeriya Qamişloyê û bi kesekî re li taxa Suryan dikanek vekir. Niha plan dike ku xebata xwe ya di warê xeyzeranê de bi giştî ji Şamê bîne Qamişloyê.

Ehmed Mîrî dibêje ku bavê wî bi fêrbûna vê xebatê xwestiye kevneşopia Kurdan vegerîne, esasê veguherandina xeyzeranê ya çêkirina tiştên malê, ji hêla Kurdan ve ye û ev tişt got: “Bapîr û bavê min ji me re gotin, beriya 50 salî 2 kes ji başûrê Kurdistanê çûn Şamê û ev karsazî li wir belav kir.”

Di dikana ku lê berhemê xwe dide pêşkêşkirin mase û kursiyên bi modeleyên cuda, gopal, zembîlên ku bi xeyzeranê hatine çêkirin, hene. Ew berhemê xwe dide gelek dikandarên li Qamişloyê jî.

Ehmed Mîrî bi van gotinan nêzîkahiya xwe ya ji behreya xwe re anî ziman: “Min berberî û gelek xebatên din kirin lê min nikarîbû bidomînim.”

Li ser kursiyên mezin ên ku Ehmed Mîrî çêdike, dibêje ku ew wê çêkirina wê ji bo xwe giran nabîne, berovajî wê ew rehetiya xwe di çêkirina wan de dibîne û got: “Ji ber fêrbûna ew qas salan, dema kar tune be, tiliyên destê min ji ber xwe ve tev digerin.”

ANHA