Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê sersaxî ji malbata şehîd El Musena re xwestin

Şêniyên bajarê Çilaxa û Girkê Legê sersaxî ji malbata şehîd El Musena Elî rê xwestin û banga yekitiyê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û têkbirina planên dijminan kirin.

12 hezîran, 2024   13:32
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxa û Girkê Legê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê Erka Xweparastinê El Musena Elî El Ehmed bûn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin. 

El Musena Elî El Ehmed 9`ê Hezîranê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bûbû û duh bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dilşêr a bajarê Tirbespiyê hate oxir kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa Husam Hisên di merasîmê de axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Hisên wiha domand: "Bi saya şehîdan, ewlehî li herêmên me heye. Ji ber wê em soz didin wan ku rêya wan li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û serkeftinê bi dest bixin."

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Leşkerî ya Herêma Dêrikê Xalid Koçer jî axivî û soz da ku rêya şehîdan û têkoşîna wan bidomînin.

Koçer got: "Em ê li hember planên dijmin ên ku dixwazin destkeftiyên şehîdan têk bibin, bibin bendeke asê ta ku Sûriyeya demokratîk ji tevahî sûriyeyiyan re bi dest bixin."

Endamê Nivîsgeha Kongreya Îslama Demokratîk a Çilaxayê Îbrahîm El Nasir jî axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Endama rêveberiya Kongra Star a bajarê Çilaxa Semer Hisên wiha axivî: "Şehîd, çirûsk in ku rêya nifşan ronî dikin û ji bo gelan minare ne da ku bigihêjin azadiyê û siberoja ewle û aram ava bikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA