Sekreterê Giştî yê NATO'yê diçe Enqereyên

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte wê serdana Anqereyê bike. Di plansaziya serdanê de TUSAŞ heye ku çalakiya fedaî lê hate kirin.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê diçe Enqereyên
25 mijdar, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya NATO'yê de hate weşandin, Rutte wê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler re hevdîtinê bike.

Her wiha hate ragihandin ku Rutte wê serdana TUSAŞ'ê jî bike ku Rojger Hêlîn û Asya Alî avêtibûn ser û çalakiya fedaî kiribûn. Têkildarî sedema serdanê agahî nehate dayin.