Hêzên Îranê Kolberek Jin Qatilkirin

Hat ragihandin ku kolbereke jin a Kurd ya xelkê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Îranê Kolberek Jin Qatilkirin
25 mijdar, 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, kolbera  jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî (26) a xelkê gundê Hane Germele ya ser bi navçeya Newsud a girêdayî Pawe, di encama gulebarana hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû.

Hat gotin piştî Pirşeng Qubad rakirin yek ji nexweşxaneyên Kirmaşanê, li wê derê jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman nûçeyê Pirşeng zewiciye, zarokek wê heye. Hat diyarkirin ku piştî kuştina Pirşengê, hêzên Îranê bav û birayekî wê jî binçavkirine.

Li gor amarên malpera Kolbernews’ê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sinor û rêyên di navbera parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine û Kirmaşan de ji ber êrişên rasterast ên hêzên îranê, serma, teqîna mayînan û ji çiyê ketina xwar de mirine yan jî birîndar bûne. Ji vana 10 jê temenê wan di jêr 18 saliyê re ne.