Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku piştî zêdetirî 13 salan ji aloziya Sûriyeyê, hikumeta Şamê ji her demê bêtir bi xetereyê re rû bi rû ye. Rojnameyan destnîşan kir ku destûra ku DYAˈyê daye Ukraynayê ku çekên dûravêj li dijî Rûsyayê bi kar bîne, dibe ku Washingtonê bikişîne nava şerekî nû.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
25 mijdar, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bandora şerê li herêmê yê li ser Sûriyeyê, aloziya di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de, her wiha dan û standinên agirbestê yên li Lubnanê nirxandin.

ˈŞERÊ LI LUBNANÊ SÛRIYEYÊ QELSTIR KIR Û BÊTIR RÛ BI RÛYÎ XETEREYÊ KIRˈ

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku piştî 13 salan ji aloziya Sûriyeyê, hikumeta Şamê qelstir bûye û ji her demê bêtir rû bi rûyî xetereyê bûye, aborî û binesaziya wê têk çûye, gel parçe bûye û saziyên wê yên ewlehiyê ji hêla rêxistinên sûcên birêxistinkirî  ve tên birêvebirin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Rêvebirê Bernameyên Sûriyeyê û Têkoşîna li dijî Teror û Tundrawiyê yê li Enstîtuya Şerq El Ewsat Charles Lister dibêje ev rastî, tevî xisarên giran ên ku li ser Hizbullahê hatine ferzkirin, di hin derdorên siyasetçêker de geşbîniya ku destkeftiyên leşkerî yên Îsraîlê dîrokê diyar dikin, diafirînin. Her wiha derfetan diafirîne ku herêmê bi erênî biguherîne û li ber bandora berfirehkirina Îranê bê girtin.”

Di berdewama nûçeyê de îşaret bi vê yekê hatiye kirin: "Tê gotin rêveberiya Jeo Biden geşbîn e ku Esed dê di demek nêzîk de hêza Îranê ya destekkirina Hizbullahê rawestîne û di rewşekê de ye ku ji bo vê yekê Şamê xelat bike. Hesabên wiha divê wekî xweşbînî bêne binavkirin."

Li gorî rojnameyê, diyar e ku beşeke mezin a civata navneteweyî neçar e ku bi vî awayî nêzî aloziya Sûriyeyê bibe. Hate gotin, li aliyekî din dibe ku Îsraîl rageşiya li Sûriyeyê zêdetir bike, nemaze piştî ku di 48 saetan de bi kêmanî 16 êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîne. Rojnameyê diyar kir ku tevahî rewş piştrast dikin ku dê rewşa heyî berdewam neke, li gel ku “şerê cemidî" kêm bûye.

ˈRÛSYA BI ŞER BERSIVA ŞER DIDE ŞERÊ CÎHANÎ ÊDÎ NE XEWN Eˈ

Rojnameya El Exbar a Lubnan ku agahiyên xwe ji çavdêran wergirtine, diyar kir ku "Destûra ku Washington û welatên NATOˈyê daye Kîevê da ku di şerê xwe yê li dijî Rûsyayê de çekên dûravêj bi kar bîne, dê zirarên mezin bigihîne Rûsyayê û tevahî parzemîna Ewropayê. Her wiha dê derfetên bidawîkirina şer di demeke nêz de, lawaz bike.”

Rojnameyê destnîşan dike ku Rûsyayê li ser esasê ku şer êdî ne tenê li hemberî Ukrayna tenê ye, bûye xwedî "karektereke cîhanî" tedbîr girtine.

Hate gotin, li gorî çavdêran "pêngava ji aliyê DYAˈyê ve hatiye avêtin, tiştekî di qada şer de naguherîne, lê dibe Washingtonê bikişîne nava şerekî nû yê cîhanê."

ˈŞER DIJWARTIR DIBE, GELO DAN Û STANDIN TÊK ÇÛNE?ˈ

Rojnameya El Nehar a Lubnanê jî destnîşan kir ku bi gurbûna şer û êrişên hewayî û yên bi moşekan ên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, metirsiyên mezin di nava aliyên fermî, siyasî û dîplomatîk ên Lubnanê de çêbûne ku dan û standinên têkildarî agirbestê yên nûnerê DYAˈyê Amos Hochstein tu encamên erênî bi xwe re neanîne.

(bb)