Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin

Şêniyên kantona Tebqayê şehîd Hemze Hîlal El Silêx oxir kir ku 8`ê Nîsanê şehîd bûbû. Di merasîma oxirkirinê de, xwişka wî ku şervana YPJ`ê ye, soz da ku têkoşîna xwe berdewam bike heta ku armancên birayê xwe di aştiyê de bi dest bixe û gelan ji zulmê xilas bike.

Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hemze HÎlal El Silêx li Tebqayê hate oxirkirin
22 nîsan, 2024   13:03
TEBQA

Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Meclisên Leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Tevgerên Jinan, Ciwan û rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx axivîn

Axêveran diyar kir şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina herêmê fedakariyên mezin kirin û destanên lehengiyê nivisîn.

Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwişka şehîd Hemze Hîlal El Silêx, Sara El Silêxaxivî û soz da ku rêya birayê xwe temam bike, xewna wî ya  sepandina aştiyê li herêmê û xilaskirina gelan ji zulm û koletiyê bi dest bixe.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA