Li Himsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendên leşkerî yên hikumeta Şamê yên li çolistana Palmîra ya li rojhilatê Himsê kir. Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Himsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
22 nîsan, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendên leşkerî yên hikumeta Şamê yên li çolistana Palmîra ya li rojhilatê Himsê kiriye. Di encamê de şer derket û dûre çeteyên DAIŞ`ê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

SOHR`ê da zanîn ku di êrişê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin ku 2 ji wan ji herêma Siweydayê ne û yek ji Himsê ye.

Tevî vê êrişê, ji destpêka salê ve 336 kes di êrişên wiha de li çolistana Sûriyeyê hatine kuştin. Ji wan 37 şênî û 275 leşkerên hikumeta Şamê û endamên komên alîgirên wê ne. Her wiha 24 çeteyên DAIŞ`ê bi destê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatine kuştin.

(şx)