`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`

Di rûniştina yekemîn a komxebata NRLS`ê de sedem, encamên koçberiyê û koçberkirinê û rola aloziya aborî di vê diyardeyê de hatin nîqaşkirin.

`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
`Sedem, encamên koçberiyê û koçbekririnê`
28 ÇILE, 2024   16:16
QAMIŞLO

Komxebata ku NRLS`ê li Qamişloyê bi sernava "Koçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedem encam, pênşiyar û tedbîr" bi beşdariya 100 siyasetmedarên Kurd, Suryan, Ereb, rêxistinên jinan, Kurdistaniyan, saziyên lêkolînan li dar ketiye, didome. 

Piştî pêşandana sînevîzyonekê li ser koçberiyê û spotekê, rûniştina yekemîn bi navnîşan "Koçberî, koçberkirinê, sedem û encamên wê li ser Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê" ji aliyê hiqûqnas û çalakgera siyasî Ebîr Hesaf ve dest pê kir. Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo, hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Reqayê Cîhad Hesen û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Dr. Salih El Zewba nêrînên xwe di rûniştinê de parve kirin.

Şîraz Hemo behsa koçberiya civakî û derûnî, zaîfbûna endamtiyê, rola koçberiyê û guhertina demografiyê di helandina çandî de, kir.

Şîraz wiha domand: "Pergala dijminane, bi tevahî rêbazan hewl didin mirov ji nasname, rastî, çandê dûr bixin û ji bo wê faktora aboriyê bi kar tînin û mirov neçar dikin ku dev ji welatê xwe berde û civak û nirxên xwe dûr keve.

Cîhad Hesen jî îşaret bi siyaseta koçberkirinê kir ku pergalên dijberî Rêveberiya Xweser bi rêya êrişan û şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin, her wiha balkişand ser encamên neyînî yên koçberiyê li ser mijarên siyasî, leşkerî û guhertina demografiyê û wiha domand: "Ji 2010`an ve, li dijî gelê me siyasetên kirêt hatin meşandin ji bo ku koçber bibe. Dewleta Tirk a dagirker roleke sereke tê de lîst. Bi rêya ragihandinê bera ciwanan kişandin ber koçberiyê ji bo ku herêmê vala bikin, şênî tirsandin. Armanca sereke jî projeya demorkatîk a li herêmê ye ku bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû."

Her wiha Salih El Zewba îşaret bi aloziya aboriyê û rola wê di diyardeya koçberiyê de kir bi taybet kesên xwedî tecrube û çawa çûyîna wan bandor li aboriya herêmê dike.

Zewba wiha domand: "Li dijî sektora aboriyê ya Sûriyeyê, siyasetên sîstematîk li dijî Sûriyeyê hatin meşandin, kargeh hatin dizîn û wêrankirin. Li herêmê planên stratejîk tune ne, jêderên aboriyê bê rêk û pêk tên serfkirin. Bazirgan keysbaziyê dikin, herêm xwe dispêre kelûpelên ji derve tê. Qanûna Qeyser jî bi awayekî mezin û neyînî bandor li herêmê me jî kir. Ev tev bûn sedem ku koçberî dest pê bike."

Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe der barê mijarên rûniştina yekemîn de parve kirin.

Rûniştina duyemîn a bi sernav "Çareserî, pêşniyar û tedbîrên pêwîst ji bo sivikirina koçberiyê" wê ji aliyê endamê Nivîsgeha Lêkolînên Suryan Malik Esmer ve dest pê bike.

(şx)

ANHA