Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî

Şaredariya Gel Hesekê ji bo çargoşeya ku piştî rûxandina rejîma Baasê ket bin kontrola Rêveberiya Xweser, plansaziya xebatê amade kiriye. Li taxên din jî xebatên qîrkirina rêyan, sererastkirina xetên kanalîzasyonê û firehkirina qada hêşîn û parkan didomîne.

Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
Şaredariya Hesekê plansaziyeke nû danî
17 gulan, 2025   07:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şaredariya Gel a Hesekê plansaziyeke gistî ya îsal ragihand. Li gorî plansaziyê, binesazî û xetên kanalîzasyonê dê werin sererastkirin, rê dê werin qîrkirin û qada hêşîn were zêdekirin.

Têkildarî plansaziya îsal a xebatê, hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê endazyar Macid Îsmaîl agahî dan ajansa me.

Macid Îsmaîl diyar kir ku şaredarî sererastkirin û qîrkirina hin kolanên sereke yên navenda bajar didomîne û got: "Di dema pêş de dê kolanên taxên başûrê bajar jî werin qîrkirin. Her wiha xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê yên bizirar wekî taxên Xişman û Zihûr dê bidomîne."

Îsmaîl anî ziman ku proje li ser daxwazên ku ji komînan hatine pêk tên û ev tişt diyar kir: "Destpêkê daxwaz ji komînan tên. Komîteyên pispor ên şaredariyê daxwazan di aliyê meydanî de dinirxînin û li gorî wê projeyan pêk tînin."

ÇARGOŞEYA EWLEHIYÊ

Îsamîl bal kişand ser çargoşeya ewlehiyê ku piştî rûxandina rejîma Baasê ket bin kontrola Rêveberiya Xweser û wiha got: "Pêdiviya vê deverê di aliyê sererastkirina parkan, çandina daran û sererastkirina naverêyan de bi sererastkirinê heye. Pêdiviya kanalîzasyonê jî bi sererastkirinê heye.”

ZÊDEKIRINA QADA HÊŞÎN Û ÇARESERKIRINA BINPÊKIRINAN

Şaredariya Hesekê ku ji bo nûjenkirina parkên giştî dixebite, parkan bi mîqdarên sembolîk dide hin veberhêneran da ku ji nû ve rast bikin û biparêzin. Îsmaîl destnîşan kir ku şaredarî li dijî destdirêjiyên li ser daran û milkê giştî dê tedbîrên tund bigire û got "kesên ku binpêkirinan bikin dê li gorî qanûnê hesab bidin."

Der barê rexneyên kombûna çopê li hin taxan de, Îsamîl da zanîn ku alavên komkirina çopê kêm in û wiha domand: “Şênî pabendî demên derxistina çopê nabin, ev jî pirsgirêka kombûna çopê zêdetir dike.”

Îsamîl bang li şêniyan kir ku ji bo hêsankirina karê şaredariyê û rêgirtina li ber qirêjiyê, bibin tevkar.

Macid Îsamîl anî ziman ku dê hejmara alavên paqijî û kanalîzasyonan zêde bikin, projeyên ronîkirin, qîrkirin û sererastkirina naverêyan berfireh bikin û got: "Şaredarî dê ji bo pêşxistina xizmetguzarî û pêkanîna plansaziyê îsal hemû hewldanan bike."

(bb)

ANHA