Wêneyên texrîbkirina Girê Eyndarê

Li gorî wêneyên nû yên Girê Eyndarê yê şûnwarî yê li gundewarê Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek talanî û texrîbat kirine.

Wêneyên texrîbkirina Girê Eyndarê
28 hezîran, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, di wêneyan dawî yên Girê Eyndarê yê şûnwarî de tê diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî niştecihên hawîrde, ji bo lêgerîna zêr û antîkan, bi alavên weke treks û bagirê gelek texrîbat û talanî kirine. Li kêlek wê jî barîkat li derdora cihê şûnwarî danîne. Ev hemû binpêkirin bi çavdêriya yekser a îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) pêk tê. 

Di rapora Rêxistinê de hat destnîşankirin ku di 2021’ê de di wê cihê şûnwarî de baregeheke perwerdekirina çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat avakirin. Di perwerdeyê gelek çek hatine bikaranîn, bêyî ku girîngiya cihê dîrokî û şûnwarî di ber çavan re were girtin.

Girê Eyndarê yê ji girîngtirîn girên şûnwarî li bakurê Sûriyeyê ye. Di gir de perestgeh vedigere hezar salî beriya zayînê heye û yek ji cihên di lîsteya mîrasa niştîmanî ya Sûriyeyê de ye.

(fr)

ANHA