Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê serdana zarokên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrişê kirin
19 gulan 2024   11:50
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de gundên  Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hewanan topbaran kirin. Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûn.

Duha Hesen û Xedîce Îsmelî duh piştî dawî birin rewşa wan baş bû, vegeriyan malên xwe. Meter Îbrahîm ê li lingê xwe ve birîndar bûye û Faris Îbrahîm jî y ji lingê xwe yê çepê bûye li Nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê tedawiyê didomînin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê serdana her du zarokên birîndar kirin.

Şande ji hevserokên Meclisa Rêveber a Kantonê Melek Hisên û Bekir Elo û hevseroka Desteya Tenduristiyê Eliya Mihemed pêk dihat serdana zarokên birîndar kirin, rewşa wan pirsî û silametiyê ji xwe re xwestin.

Piştre endamên şandeyê bi beşdarbiya xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn daxuayniyek li pêşiya nexweşxaneyê da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn-Şehba Bekir Elo daxuyanî da, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn-Şehba şermezar kir. Bekir Elo got da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane herêma Şehbayê topbaran dike û sivîlan dike armanc, bi hatina mewisma çinînê re êriş zêdetir bûne.

Bekir Elo anî ziman ku ev êriş sûcên dijî mirovan e û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker  ku di nava şikestinê de tengav bûyem bi van êrişan dixwaze vîn û berxwedana gel têk bibe. Lê belê gelê me wê li Şehba bi israr li ber xwe bide û têkoşîn bike."

Bekir Elo şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bipirsin.

(zş/bb)

ANHA