Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Ehmed Îbrahîm

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, serdana Şanaz Ehmed Îbrahîm kir.

Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Ehmed Îbrahîm
18 sibat, 2025   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.

Di heman çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di saet 100:00’an de li Debaşan ya Silêmaniyê bi serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re civiya.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, serdana Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed kiriye.

Tê gotin hevdîtina şandeyê ya bi Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re jî destpê kiriye.