Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bîranîn

Kongra Star li navçeyên Til Birak û Şedadê û xelkê gundê Zihêriyê yê Dêrikê şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê di salvegera 11ˊan de bi bîr anîn û bang li hikumeta Fransayê kir ku hûrgiliyên sûcê aşkera bikin û sûcdaran ceza bikin.

7 ÇILE, 2024   18:17
HESEKÊ

Kongra Star li navçeyên Til Birak û Şedadê ya kantona Cizîrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz di salvegera şehadeta wan a 11ˊan de bi bîr anî.

Kongra Star a Şedadê li hola şaredariyê bi beşdariya xelkê navçeyê semînerek da. Di semînerê de endama Kongra Star Ehlam Mihemed li ser cihê şehîdan axivî û bang li tedvahî xelkê kir ku bi nirxên azadî û serxwebûnê ve ku wan her sê şehîdan canê xwe di oxira wan de da girêdayî bin.

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana her sê şehîdan hate pêşkêşkirin.

Li Til Birakê jî bi dehan xelkê navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Endamê Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî li hola meclisa navçeyê semîner bi rê ve bir û tê de li ser rola her sê şehîdan axivî û got ew komkujî kînfa dewleta Tirk li hember têkoşîn û şoreşa jinan nîşan dide.

Ahîn bang li hikumeta Fransayê kir ku rastiyê aşkera bikin û sûcdarên beşdarî vê sûcê bûne ceza bike.

QAMIŞLO

Li gundê Zihêriyê semîner der barê vê boneyê bi beşdariya xelkê gund û endamên Meclisa Bajarokê Eyn Dîwar hate dayîn. Di semînerê de endama Komîteya Jin a Meclisa Bajarokê Eyn Dîwar Rojîna Temê li ser jiyana her sê şehîdan axivî.

Rojîna wiha got: "Hevrê Sakîne ji jinên kevneşopî û edatên klasîk red dikir û nirxên pîroz ên ji hawrîdora lê mezin bûye, parastin. Li kargehan, ne ji bo pereyan, dest bi têkoşîna xwe kir. Xebata wê li kargehan ji bo naskirina ciwanan, nîqaşkirina bi wan re û rê li pêş wan nîşan bide, da ku tev li PKKˊê bin û fikrên azad binasin.

Şehîd Fîdan jî li Fransayê di xwendina li komeleyên Kurd de dest bi têkoşîna xwe kir. Endama KNKˊê bû ku navendê wê li Brokselê bû. Di nava civakê de li Fransa, Belçîka û heta Almanyayê di aliyên siyasî de dihat naskirin, li hember doza jinê hestiyar bû û di gelek forumên navneteweyî de beşdar bû.

Hevrê Leyla Jî endama koma ciwanên Kurd bû û li Fransa û Almanyayê dijiya."

Semîner bi diurşmên ˊJin, Jiyan, Azadˊ,ˊAzadiya jinê azadiya civakê yeˊ û ˊBê serok jiyan nabeˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA