Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de di rûniştina xwe ya yekemîn de 7 biryarên girîng dan; avakirina komseriya hilbijartinan, avakirina komîteya dadgeha Hevpeymana Civakî.

Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
Meclisa Gelan a Demokratîk 7 biryarên girîng dan
7 ÇILE, 2024   17:41
REQA

Îro yekemîn rûniştinên Meclisa Gelan a Demokratîk ˊMeclisa qanûnsaz a berêˊ bi beşdariya Desteya hevserokatiya meclisê, endamên Meclisên Gelan ên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên 7 kantonan, endamên komîteya fireh a sazkirina Hevpeymana Civakî hate lidarxistin.

Bi rêzgirtinê rûniştin dest pê kir û dûre bi awayekî fireh der barê mekanîzme û xala destpêkirina pêkanîna Hevpeymana Civakî hatin nîqaşkirin.

Di rûniştinê de 7 biryar hatin dayîn û divê herî kêm 15 rojan de werin pêkanîn; avakirina komseriya hilbijartinan a ji 20 kesan pêk tê û divê di 10 rojan de were avakirin, avakirina komîteyekê ji bo danûna qanûna xebata komseriya hilbijartinan bi Meclisa Gelan a Demokratîk re, aktîfkirina Meclisên Gelan, avakirina komîteya dadgeha Hevpeymana Civakî a ji 8 heta 10 kesan pêk tê û divê heta 15 rojan were avakirin.

Li kêlek wê jî divê qanûna şaredariyan beriya hilbijartinên şaredariyan were derxistin, reşnivîsa qanûna parastina dadgeha Hevpeymana Civakî were amadekirin, saziya giştî ya darayê û jimaryariyê ku 14 kesan be û heta 15 rojan were avakirin, meclisên rêveber meclisên desteyan ava bikin, komîteya sazkirina qanûna diyarkirina destûrên meclisan û mekanîzmaya xebata wê were avakirin.

(fr)

ANHA