Salek derbas bû lê hîna edalet pêk nehatiye - BÊRÎVAN BEYAR

Salek derbas bû lê hîna edalet pêk nehatiye - BÊRÎVAN BEYAR
19 ÇILE, 2025   04:50

"Mirov bindest be jiyan her roj ji bo me mirin e. Ne ax û ne jî jiyana zindî em napejirînin. Wekî mirovên minafiq ku her roj tên lanetkirin û recimandin, ji tiştekî re nabin û timî rûreş in. Lê mirov li binê tehtekê yan li ser zozaneke azad an jî li ser axeke tahir ku tu şopên botên dagirkeran û mirovên minafiq lê tune bimire, wê demê azad hatiye cîhanê û azad dimire. Bila balîfa bin serê min ji kevirê çiya be, lihêfa min qirşik û gihayê deştan be, doşeka min axa sor be wê demê mirin ji bo min mafekî rewa ye. Ez natirsim bimirim, lê belê ez ditirsim bê nirx û rûmet bimirim ku ji bo min heram e û bê wate ye, ez ji bo xwe napejirînim. Pir ciwanan destpêka temenê wan bû jiyana xwe qurmiçandin, bûn cangoriyên demokrasî, aştî, wekhevî da ku hemû mirov di bin yek sîwanê de xwe ji hemû hovîtî, dagirkerî û êrişan biparêzin.”

Ev beşeke gotinên şehîd Zelal in ku di rojnivîskên xwe de nivîsiye. Lê dema mirov vê li ser vê nivîsê tîp bi tîp, peyv peyv, hevok bi hevok bifikire wê tê bigihêje ku tirs û reva ji mirinê bi xwe mirin e. Şehadet jiyan e. Azadî dara nemirî ye ku di dilopên xwînê hatiye avdan. Şehîd Zelal Zagros e jî di nav de, gelek mirovên ku jiyana bi bin nîrê dagirkerî û bindestiyê de tercîh nekirin û di rêya azadiya neteweya gelekî, mîsogerkirina mafên jinan û avakirina civakeke exlaqî de canê xwe kir gorî.

Zelal jî şehadet heq kir. Şehadeta di rêya bilindkirina ala azadiyê de bû û ji bo doza rewa ya neteweyekê bû. Zelal ji bo xelaskirina jinan ji zincîrên koletiyê bû ku pê hatibûn pêçandin û ji bo ronîkirina rêya kerametê, tê koşiya û di vê oxirê de şehîd bû.

Ji pêşengên tevgera azadiyê ya jinên Kurd, siyasetmedar, şoreşger û têkoşera 31 salan Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid) 18`ê Çileyê li Kerkûkê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hat qetilkirin. Tevî ku salek di der şehadetê re derbas bûye, lê hîna kujer nehatin aşkerakirin û edalet pêk nehatiye.

Zelal Zagros di sala 1976ˈan li gundê Silinder ê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vedike. Gundê ku Zelalê lê mezin bû jî bi çand û kevneşopa kurdewarî ve girêdayî ye. Lewre Zelal jî wekî keseke ku girêdayî rastiya xwe sade û xwezayî mezin bû. Ji ber ku li dibistanên dewletê jî nexwend, qirêjiya pergala kapîtalîst bandor li kesayeta wê nekir.

Zelal ji ber keça mezin a malbatê bû di temenê xwe yê biçûk de rihê berpirsiyarê û kedê  nas kir. Di nava malbatê de çi kar jê bihata xwestin bêyî westan û bêyî dudilî  pêk dianî. Bi  rihê xwe yê geş û rûyê xwe yê ken, bi rêzdariya xwe ya li hemberî derdorê cihê xwe di dilê her kesî de girt.

Wekî malbat jî hestê wê yê neteweyî her li pêş bû. Dema tevgera bîrdoziya PKK’ê bi rêbertiya Abdullah Ocalan dest pê kir û belav bû, malbata şehîd Zelal wekî malbatên din ên Kurdistanê ew bîrdozî bi germî pêşwazî kir û piştgirî da. Zelal ku kesayeteke mereqdar û xwedî armanc bû, her tim lêgerîna rastiyê dikir. Bêyî ku biçe dibistanê an kesek wê fêrî xwendin û nîvisandinê bike, bi keda xwe ya xweser xwe fêr kir û di heman demê de xwişk û birayên xwe da fêrkirin. Ji bo pêşxistina xwe di aliyê bîrdozî de, ji bo naskirina dîrok û erdîngariya gelê xwe her tim di nava lêgerînê de bû.

Zelal Zagors di rojnivîsê xwe de gelek caran behsa dayika xwe kiriye "Bi teşwîqa dayika xwe ez bi temenekî pir biçûk tevlî tevgerê bûm. Dayika min timî ji min re digot, xweska ez wekî te bama, ez ê tev lê bibûma. Bi vî rengî ez hêdî hêdî bi hevalan re derdiketim heta ez fêr bûm."

Bi alîkarî û teşwîqa dayika xwe û bi baweriya bi serketinê di sala 1993ˈan de dest bi meşa azadiyê dike. Zelal têkoşîna xwe li bajarê Hesekê û gundewarê bi rêxistinkirina gel da destpêkirin. Di sala 1995ˈan de tevî girseyeke mezin bi Rêber Abdullah Ocalan re diciviya. Rêber Abdullah Ocalan ji nêzîkatiyên wê yên sade û gotinên wê yên xwezayî kesayeta wê ya durist û zelal fêm dike û li ser vê yekê navê Zelal dide wê.

Dîtina Rêber Abdullah Ocalan bandorekê li kesayetê wê dike  û jê re dibe wesîleya ku meşa azadiyê, bi taybetî ya jinan bidomîne. Li ser vê yekê di Tebaxa 1995ˈan de bi eşqeke mezin berê xwe dide çiyayên azad. Li vê derê derfetê dibîne ku paradîgemeya Rêber Abdullah Ocalan ji nêzî ve nas bike û rêgazên tevgera azadiya jinan di kesayeta xwe de pêş bixe. Zelal bi kesayeta xwe ya saxlem, xwezayî û mereqdar di demeke kurt de hînî jiyana gerîlayan bû. Di her karên xwe de de serketin wekî armanceke sereke datanî pêşiya xwe û bi fedakariyeke mezin wezîfeya xwe xwe bi cih tîne. Bi rihê hevaltiyê ya durist ji û dil ji aliyê derdorê ve hat teqdîrkirin û hezkirin.

Piştî têkoşîna bi salan a li çiyayên azad, di sala 2002ˈyan de berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.  Zelal yek ji damezirînerên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bû. Ji 2002ˈyan heya 2006ˈan de xebatên belavkirina fikrên Tevgerên Azadiya Kurdistanê di nava civakê de da meşandin. Wê demê Başûr û Iraqê di nava tevliheviyê de bû.  Sîstem nû hilweşiya bû. Ruxmî vê yekî ked û xebat da meşandin. Bi hemû hîs û mejiyê xwe ked da ku civaka li Başûr û pêkhateyên Kerkûkê qezenc bike. Bi sekin û nêzîkatiyên xwe şopeke di dilê civaka Başûr bi zarok, ciwan û mezinan de çêkir, ku heya niha behsa wê dikin.

Xebat û têkoşîna Zelal Zagros di çarçoveya Kurdistanê de sînordar nema. Di 16ˈê Cotmeha 2006ˈan de berê xwe dide Ermenistanê. Li wir nêzî 6 salan xebat da meşandin û şopek li wir hişt.

Bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re (2012) Zelal biryarê dide were Rojava û tev li şoreşê bibe. Di rêwîtiya vegerê de sînorê Ermenistanê bi hêsan û awayekî rewa derbas dibe. Piştî ku sînorê Îranê derbas dike, li aliyê sînorê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa PDKˈê tê lêpirsînkirin û bêyî hincetan dîsa wê vedigerînin Îranê. Zelal ji bo vegerê xwe dihêje rayedarên Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê. Li vir bi hinceta ku PKKˈyî ye destûr nayên ku vegere. Zêdetirî vê yekê rayedarên nivîsegha Nexedê ya PDK-Rojhilat du tercîhan; an dest ji kar berde û bibe endameke wan û tawîzan wergire, an jî wê destûr nadinê ku vegere Rojava, datînin pêşiya wê. Zelal li hemberî van tercîhan bertekê nîşan dide û derseke li ser rastiya kurdiyatiyê û şerfê dide wan rayederên. Di encama berxwedaneke ku nêzî 3 mehan dewam kir tê Rojava.

Zelal piştî nêzî 15 salan tê Rojava. Li bajarên wekî Qamişlo û Tirbespiyê xebatên avakirina komîn, meclis û saziyên jinan dimeşîne. Li Şam, Minbic û Dêrazorê jî kedeke mezin da meşandin. Bi ked, nêzîkatiyên xwe yên xwezayê, rihê xwe yê durist ji aliyê civaka Ereban bi taybet jinan ve hat hezkirin.

Zelal Zagros ku ji bo hevdîtina li gel rêxistinên jinan çûbû Başûrê Kurdistanê, 18ˈê Çileya 2024ˈan di êrişeke suîqastê ya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kerkûkê bi 8 guleyan hat qetilkirin.

Zelal Zagros têkoşîna xwe ya 31 salan, bi kesayeta xwe ya dilsoz, bi helwesta xwe ya bibiryar û bi eşqa xwe ya jiyanê re bû mînaka jina azad a Kurd e. Wê bîranînên wê di dil û mêjiyên azadîxwazan û evîndarên jiyanê de zindî bimînin.