Li ser şopa şehîd Nagîhan Akarsel…

Li Bakur, Başûr, Şengal û Rojava di xebatên çapemeniya azad, jineolojî, akademîk û di jiyana jinan de dengê şehîd Nagîhan vedide. Li Kurdistanê şopên wê zindî ne û şopdarên wê xeyalên wê nîvço nehiştin.

Li ser şopa şehîd Nagîhan Akarsel…
6 cotmeh, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
SÎMA BIROKÊ

Li ser her jineke ku ew nas kir, şopek hişt û her jineke ku nivîsên wê xwendin, pirsa “Ev nivîskar kî ye?” pirs kir. Şehîd Nagîhan Akarsel di nava 45 salên jiyana xwe de şopên kûr hiştin  û wekî strana ku wê herî zêde jê hez dikir, bû “Kulîlka Azadiyê.”

Di sala 1977’an de li gundê Xelîkan (Gölyazi) yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê şehîd Nagîhan Akarsel çavê xwe li dinê vekir. Heta dibistana amadehiyê li wir ma û di sala 1993`yan li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşa Beşa Rojnamegeriyê xwe tomar kir. Li vir Tevgera Azadiyê nas kir û di sala 1998`an de bi komek hevalên xwe ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan çû Şamê. Nagihan Akarsel vê pêvajoyê wekî “Dûriyana jiyana min” pênase dikir ku xeyala wê ya herî mezin kêliyên bi Rêber Abdullah Ocalan re bike pirtûk.

Di sala 2001`an de dema zanîngeh dixwend ji ber xebatên siyasî hate destgîrkirin û heta sala 2007’an li Zindana Enqereyê ya Ulucanlarê û zindana Amasyayê dilgirtî ma. Şehîd Nagîhan piştî pêvajoya zindanê beşa rojnamegeriyê xilas kir û li Zanîngeha Hacettepeyê ya Enqereyê Beşa Lêkolînên Jinan ders da.

Şehîd Nagîhan di sala 2008`an de dest bi xebatên çapemeniya azad kir, di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de nûçegîhanî û edîtorî kir. Heman demê di damezirandina yekem ajansa jinan (JINHA) de cih girt. Şopdariya heqîqetê wê ne tenê beşa ragihandinê de dihelê, şehîd Nagîhan li Kurdistanê dîroka jinan vedikole û li dû şopên wan diçe.

DI XEBATÊN YEKEMÎN ÊN JINEOLOJIYÊ DE BÛ

Li ser wê di xebatên jineolojiyê de ku li ser pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de pêşkêş kiribû; di Akademiya Jineolojiyê de perwerde dît, di xebatên avakirina kovara Jineolojiyê de cih girt û bû endama desteya edîtoriyê ya kovara Jineolojiyê.

Şehîd Nagîhan di sala 2013-2014`an de di nava Şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê de xebatên avakirina akademî û navendên jineolojiyê dide destpêkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2017`an di fakulte, akademî û navendên lêkolînê yên jineolojiyê de cih girt. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 navendên lêkolînê yên jineolojiyê hene. Li komîn, meclis û akademiyên li herêmê perwerde tên dayîn. Her wiha di dibistanên amadehiyê de jineolojî wek ders tê dayîn.

80 MAMOSTE Û LÊKOLÎNERÊN JINEOLOJIYÊ

Şehît Nagîhan, di Fakulteya Zanistên Civakî Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava de ku 2017`an hate vekirin, wek akademîsyen perwerde dida xwendevanan. Jineolojî di Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Şerq de jî wek ders tê dayîn.

 Ji 2017`an heta niha, bi taybet sala 2023-2024`an de 100 xwendekar tev li Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava bûne. Di tomarkirina sala xwendinê ya 2024-2025`an de nêzî 32 xwendekaran xwe ji beşa jineolojiyê re qeyd kiriye. Ji avabûnê heta niha 80 xwendekar derçûne ku li navendên lêkolînê yên jineolojiyê xebatan dimeşînin û hinek jî bûne mamosteyên jineolojiyê.

Ji sala xwendinê ya 2023-2024`an sîstema beşa jineolojiyê li gorî sîstema zanîngehê hate guhertin. Der barê vê mijarê de mamosteyê Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed wiha got: “Beriya sala xwendinê ya 2023-2024`an li ser 5 qonaxan û zêdetirî 2 salan dewam dikir. Lê niha beşa jineolojiyê bûye 4 sal, 2 salên destpêkê dersên hevbeş ên Fakulteya Zanistên Civakî tên dayîn û salên mayî dersên sereke yên jineolojiyê tên dayîn."

Di nava materyalên beşa jineolojiyê de; teoriyê azadiya jinan, danasîna fîlozofên jin, dîroka jinan 1-2, Jineolojî 1-2, aboriya civakî, ekolojî, tenduristî, demografî, jin di ol û baweriyan de, neteweya demokratîk, felsefe, etîk û estetîk, sosyolojiya azadiyê, bingeha zanist û lêkolînê, rêbazê lêkolînê, dîrok, xweparastina jinan, dîroka Kurdistanê, komputer, zimanê kurdî û îngilîzî tên dayîn.

LI SER ŞOPA ŞEHÎD NAGÎHAN LI ROJAVA PIRTÛKXANE

Di salvegera yekemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel de Akademiya Jineolojiyê li bajarê Helebê pirtûkxaneya bi navê “Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel” vekir. Di pirtûkxaneyê de nêzî 2 hezar pirtûkên bi zimanê kurdî, erebî û tirkî hene. Rojane derdora 50 welatî û xwendekar serdana pirtûkxaneyê dikin û pirtûkan dixwînin.

Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê Ferîde Mûsa da zanîn ku xwestekên wan ên zêdekirina pirtûkxaneyan hene û dixwazin xeyala şehîd Nagîhan Akarsel a li herêmê zêdekirina pirtûkxaneyan pêk bînin.

XEYALEKE WÊ YA DIN PÊK HAT

Şehîd Nagîhan piştî Rojava di sala 2019’an derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li vir heta roja şehadeta xwe ji bo pêşxistina zanista jineolojiyê li her kolanekê xebat da meşandin. Heta şehîd bikeve li ser vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd dixebitî. Jinan xeyal û xebata Nagîhan Akarsel nîvço nehişt û piştî şahadeta wê bi salekê di 24`ê Hezîrana 2023`yan de li Silêmaniyê Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd vekir. Yekemîn navend li Başûrê Kurdistanê hate vekirin lê hewldan hene ku li parçeyên din ên Kurdistanê jî bên vekirin.

Ji destpêka vekirinê heta niha ji aliyê jinan ve eleqedariyeke pir mezin çêbûye ku rojane bi dehan jin serdana navendê dikin. Ji Kurdistanê û derveyî welat jî gelek jin tên berhemên xwe tînin.

Di navendê de berhemên jinan wekî pirtûk, destkarî, dengbêjî, stran û çîrok hene. Nêzî 3 hezar pirtûkên bi zimanê kurdî (soranî, kirmanckî û kurmancî), erebî, tirkî û farisî di pirtûkxanê de cih digirin.

Di navendê de komek pirtûkan dijîtalîze dike û amadekariyên pirtûkxaneya dijîtal hene. Berhemên ku jinan nivîsîne, dê bêne çapkirin. Navend di demên pêş de dê lêkolînekê li ser mijara li Kurdistanê dîroka jinan dest pê bike ku ji bo vê xebatê dê li çar parçeyên Kurdistanê koman ava bikin û çîrokên jinan kom bikin. Tiştên kom bikin dê bikin berhemên nivîskî û parve bikin.

Akademîsyen, rojnamevan, nivîskar şehîd Nagîhan Akarsel, di roja 4’ê Cotmeha 2022’yan de di encama êrişa çekdarî ya endamê MÎT’ê li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe bi 11 guleyan hatibû şehîdxistin.

ANHA