Rûsyayê êrişî bajarekî Ukraynayê kir; 2 kes hatin kuştin

Di êrişa droneke Rûsyayê li dijî nuqteyeke sivîl li bajarê Xarkîvê yê bakurê rojhilatê Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Rûsyayê êrişî bajarekî Ukraynayê kir; 2 kes hatin kuştin
11 adar, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê Îgor Terekhov ragihand ku di encama êrişa droneke Rûsyayê li ser cihekî li bajêr de 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Terekhov li ser Telegrama xwe daxuyand ku êriş di duyemîn bajarên Ukraynayê de pêk hat, dronê êrişî herêmeke sivîl kir û di encamê de qurbanî û zirar çêbûn.

Ji destpêka şerê di navbera Moskov û Kîêvê de Xarkîv her tim rastî êrişan tê.

(fr)