Rûsyayê bajarekî Ukraynayê bombebaran kir, 2 kes hatin kuştin

Saziya Xizmetên Awarte ya Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê li dijî bajarê Odessa yê başûrê Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Rûsyayê bajarekî Ukraynayê bombebaran kir, 2 kes hatin kuştin
24 nîsan, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Xizmetên Awarte ya Ukraynayê bi rêya Telegramê diyar kir ku Rûsyayê 4 avahiyên li bajarê Odessa yê bi ser Deryaya Reş ve bombebaran kirine, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Girêdayî mijarê, Desteya Benderên Deryayî ya Ukraynayê da zanîn ku 2 dronên Rûsyayê keştiyeke kel û pelan a ku ala Saint Kitts û Nevis li ser, dema di korîdiora deryayî ber bi benderek li Odessa Mezin re diçûn bombebaran kir, di encamê de şewat çêbû, tîma keştiyê agir kontrol kir û tu kes birîndar nebû.

(fr)