Îsraîlê li Lubnanê rampa mûşekan bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Lubnanê rampa mûşekan bombebaran kiriye. Ev êriş piştî agirbest hat dirêjkirin pêk hat.

Îsraîlê li Lubnanê rampa mûşekan bombebaran kir
24 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di wextê ku agirbest navbera Lubnan û Îsraîl de 3 hefteyan hate dirêjkirin, artêşa Îsraîlê raghand ku wan li Lubnanê rampa mûşekan bombebaran kiriye. Her wiha artêşa Îsraîlê anî ziman ku Hizbullah roja pêncşemê Îsraîl bombebaran kiribû û Îsraîl bi rêya sîstema parastina hewayî ew êriş bê bandor kiribû. Hizbullah jî êrişa roja pênceşemê girtibû ser xwe. 

Duh bi şev serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de 3 hefteyan dirêj bûye.

Artêşa Îsraîlê anî ziman ku wan cihê mûşek lê dihatin avêtin, hedef girtine. Her wiha dan zanîn ku Hizbullah agirbest binpêkiribû. Hizbullah jî diyar kir ku wan bersiv daye bombebarankirina Îsraîl a bajarokê Batir ê dikeve başûrê Lubnanê.

Wezareta Tenduristiya Lubnanê anî ziman ku di encama bombebarankirina Îsraîl a bajarokê Batir de yek ji wan zarok 2 kes birîndar bûne. Piştre jî ragihand ku di bombebarankirina Îsraîl a herêma El Nebtiyê ku dikeve başûrê Lubnanê de 3 kes hatine kuştin.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku başûrê Lubnanê bombebaran kiriye û 3`ê çekdar kuştine.

(np)