Li rojnamevan Mehmet Uçar salek û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn

Rojnamevan Mehmet Uçar ji ber nivîsên xwe yên li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û Polîtîk-Artê bi salek û 6 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Li rojnamevan Mehmet Uçar salek û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn
24 nîsan, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Mehmet Uçar (Miheme Porgebol) ji ber nivîsên xweyên li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û PolîtîkArtê, bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" hate darizandin. Rûniştina 5'emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê pêk hat.

Bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" salek, 6 meh û 11 roj cezayê girtîgehê li Mehmet Uçar hate birîn.

Dadgehê biryar da Eşkerekirina Hikum bê Taloqkirin.