Rûsya xistina zêdetirî 600 dronên Ukraynayê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê 613 dronên Ukraynayê xistine û testên leşkerî û binesaziya li Kîevê kirine hedef.

Rûsya xistina zêdetirî 600 dronên Ukraynayê ragihand
6 tîrmeh, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê 613 dronên Ukraynayê xistine xwarê. 

Wezaretê da zanîn ku dronan li herêmên wekî Lenîngrad, Bryansk û Qirimê cihên sivîlan û tesîsên enerjiyê kirin hedef.

Wezaretê di daxuyaniyê de ku li ser Telegramê weşandiye agahî dan ku hêzên Rûsyayê bi êrişên berfireh li ser cihên leşkerî û çalak ên Kîev û derdora wê bersiva êrişan dane.

Wezaretê  êrişên Ukraynayê wekî "Hewldaneke zêdekirina rageşiyê beriya lûtkeya NATO‘ê ya ku dê li Enqereyê pêk were" şîrove kir.

(bb)