Şehîdên Têkoşîna Dijî Hişbirê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Xelkê Qamişloyê 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên ku di 2023’yan de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

8 cotmeh, 2026   18:25
QAMIŞLO

Malbatên şehîdan û Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Qamişloyê merasîma bibîranîan 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên ku di êrişa dewleta Tirk li ser Akademiya Şehîd Nesrîn a li gundê Hemze Beg ê herêma Koçerat a gundewarê Dêrikê de di 2023’yan de şehîd bûbûn organîze kir.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi amadebûna malbatên şehîdan hat lidarxistin. Li pakrewangehê gorên 5 endamên ku di êrişê de şehîd bûne hatine veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Hesen şehîdên akademiyê û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anîn û û got herêmên wan hatibûn dagirkirin, lê zarokên wan bi lehengî li ber xwe da, dijmin qebûl nekir û di êrişa dronan de şehîd bûn.

Hesen anî ziman ku Kurd, Ereb, Xiristiyan û Ermen bi sedan salan bi hev re jiyane, tu ferq û cudatî di navbera wan de nîn e û ev giyan temsîla cewhera civaka şoreşger dike. Hesen hişyarî li ser berdewama siyaseta komploya bi armanca derxistina fitneyan da.

Li ser navê Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê Zubeyde Elî şehîd bi bîr anîn û got ew bi şopandina rêça şehîdan ve girêdayî ne

Merasîm bi diruşmeyên “şehîd namirin” bi dawî bû.

(f)

ANHA