Rûsya bersiva Zelensky da: Em ê êrişan dijwar bikin

Piştî axaftina Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku gotibû dê êrişên xwe li ser parzûngehên petrolê yên Rûsyayê zêdetir bike, wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku dê êrişên xwe li dijî Ukraynayê dijwar bike.

Rûsya bersiva Zelensky da: Em ê êrişan dijwar bikin
4 cotmeh, 2026   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bersiva Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky da ku gotibû dê êrişên xwe li dijî parzûngehên petrolê yên Rûsyayê dijwartir bike.

Wezaretê bi daxuyaniyê de ragihand ku dê êrişên xwe li ser tesîsên leşkerî, cihên pîşesaziya parastinê û binesaziya girêdayî Kîev û herêmên din girantir bike.

 Zelensky duh di hevpeyvînekê li gel Reutersê de gotibû ku welatê wî dê cihên sivîl ên li hundirê Rûsyayê neke armanc, lê dê bi hedefgirtina parzûngehên petrolê bersivê bide zêdebûna êrişên Rûsyayê.

(bb)