Keştiyek li tengava Hurmuzê hat hedefkirin

Hate ragihandin ku keştiyek dema di tengava Hurmuzê re derbas dibû, hat topbarankirin. Di encamê de zerar li odeya motoran bû.

Keştiyek li tengava Hurmuzê hat hedefkirin
4 cotmeh, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyek dema di tengava Hurmuzê re derbas dibû hat topbarankir. Di encamê de zerar li odeya motoran bû.

Desteyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku rewşa endamên keştiyê baş e, lê agahiyên der barê barê nasnameya keştiyê û dema hedefkirinê de  parve nekirin.

(bb)