El Elîmî operasyona vegerandina herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ragihand

Reşad El Elîmî anî ziman ku hêzên hikumeta Yemenê dê dest bi operasyona leşkerî ya vegerandina herêmên di bin kontrola Hûsiyan de bike û got, kesên çekên xwe radest bike dê bêne efûkirin.

El Elîmî operasyona vegerandina herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ragihand
4 cotmeh, 2026   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Konseya Rêveber a Serokatiya Yemenê Reşad El Elîmî destpêkirina operasyoneke leşkerî ragihand û got, armanca operasyonê vegeranbdina herêmên ji aliyê Hûsiyan ve hatine kontrolkirin e.

El Elîmî got, operasyon ne şerek li dijî mezhebekê an jî qebîleyekê ye û destnîşan kir ku desthilat hewl dide şaştiyên berê sererast bike.

Reşad El Elîmî got, welatiyên li herêmên bi din kontrola Hûsiyan de ne hedefên operasyonê ne.

El Elîmî bang li şêniyan kir ku ji cihên kombûnên Hûsiyan dûr bikevin û bi hêzên çekdar û ewlehiyê re bibin alîkar.  El Elîmî  di axaftina xwe de soza vekirina deriyê vegera ewle û efûkirinê li kesên ku çekên xwe radest bike da.

El Elîmî her wiha got, dewletê ji ber vebijêrkên xwe yên aştiyê gelekî tehemûl kir.

(bb)