Bîlançoya êrişa li ser Humisê: 10 kuştî

Li gorî SOHR’ê hejmara kuştiyên êrişên Îsraîlê yên li ser gundewarên Humisê bû 10.

Bîlançoya êrişa li ser Humisê: 10 kuştî
1 mijdar, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh li bajarê Qesîr ê li gundewarên Humisê 3 êriş pêk anîbûn. Êriş li dijî depoyeke çekan a Hizbullahê ya li herêma Pîşesaziyê, devera Hoş Seyîd Elî û Cisir Def a başûrê bajarê Qesîr hatin kirin.

Li gorî agahiyên ku duh bi şev hatin parvekirin, di êrişan de kesekî sûriyeyî ku bi Hizbullahê re kar dike û 5 kesên din hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya nû ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 7 sivîl û 3 endamên Hizbullahê hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.

(bb)