Rûsya: 30 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di 24 saetên de, 187 dron hatin rûxandin, 7 baregehên leşkerî yên hatin desteserkirin û 30 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin.

Rûsya: 30 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin
20 hezîran, 2026   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî 187 dronên Ukraynayê li ser herêmên Rûsyayê xistine xwarê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, dron ji 19‘ê Hezîranê saet navbera 08.00‘ê êvarî bi dema Moskovê heya saet 07.00‘an ê 20‘ê Hezîranê hatin xistin û rûxandin.

Li gorî daxuyaniyê, dron bi piranî li ser van herêman hatin xistin: Belgorod, Bryansk, Kursk, Oryol, Tula, Lipetsk, Rostov, Voronezh, Astrakhan û Moskow, Krasnodar û Komara Qirimê Deryaya Reş û Deryaya Azovê.

Wezaretê her wiha ragihand ku wê di hefteya borî de 89 bombeyên hewayî yên rêberkirî, 5 mûşekên ‘‘HIMARS‘‘, 8 mûşekên krûz ên ‘‘Flamingo‘‘ yên ji erdê ve hatine avêtin û 3 hezar û 909 dronên Ukraynayê asteng kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, hêzên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de 7 baregehên leşkerî yên Ukrayanyê li herêma Liman a kantona Donetsk bi dest xistine û di encamê de nêzîkî 30 leşkerên Ukraynî hatine kuştin. Di daxuyaniyê de her wiha hate desntîşankirin ku yekîneyek ji Koma Rojava ya Rûsyayê pêşveçûnên xwe li herêmê didomîne.

(bb)