Leşkerekî Lubnanê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de leşkerekî wê hatiye kuştin.

Leşkerekî Lubnanê hat kuştin
20 hezîran, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê îro daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X‘ê weşand û agahî da ku "Êrişên hovane yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin. Di êrişên vê dawiyê de herêmên berfireh ên başûr heya Bîqaayê hatin hedefkirin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn û wêraniyeke mezin li milkan bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Îsraîlê li ser rêya Kefer Ruman-Nebetiya baregehek artêşa Lubnanê kir hedef, di encamê de leşkerekî lubnanê hat kuştin.

Artêşê daxuyand ku êrişên domdar ên Îsraîlê bi armanca têkbirina hewldanên sepandina aramiyê têne kirin.

(bb)