Rojnameyên erebî: Tirkiye bi rageşiya li Helebê peyamê dide Esed û Rûsya

Rojnameyên erebî diyar kir ku armanca Enqere ji rageşiya ji nişka veya li gundewarê Helebê ew e ku peyamê bide Esed û Rûsya da ku têkiliyên sar ên Şam û Enqereyê bilivîne. Rojnameyan destnîşan kir ku Lubnanî li bende ne ku Hizbullah destekê bide artêşê ji bo lez li herêmên sînorî belav bibe.

Rojnameyên erebî: Tirkiye bi rageşiya li Helebê peyamê dide Esed û Rûsya
29 mijdar, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de şerê li gundewarên Heleb û Idlibê yê di navbera çeteyên girêdayî Enqere û hêzên hikumeta Şamê de û rewşa Lubnanê ya piştî agirbestê nirxandin.

ˈTIRKIYE BI RAGEŞIYA LI SER SÎNOR BERSIVA BÊXEMIYA ESED A LI HEMBERÎ BANGEWAZIYÊ NORMALÎZEKIRINÊ DIDEˈ

Rojnameya Ereb  ku navenda wê li Londonê ye, cih da şerê li gundewarên Heleb û Idlibê yê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de .

Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavdêran siyasî, Tirkiye  bi êrişên ji nişkvê yên li ser hêzên hikumeta Şamê peyamekê dide bêxemiya Esed a li hemberî bangewaziyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên normalîzekirina têkiliyan.

Rojnameyê diyar kir ku çeteyên Eneqere di pêkanîna van êrişan de pişta xwe dane van xalan; "yek Rûsya bi şerê li Ukraynayê ve mijul e, lew re wê bi awayekî têrker wekî berê nikaribe êrişan têk bibe. Ev jî hêzên Sûriyeyê tevlihev bike. Ya din jî hevalbendê duyemîn ên Şamê an ku Îranê û piştevanên wê di serî de Hizbullahê derbên giran ji Îsraîlê xwarine. Ev jî wê bihêle ku tevgerên wê li hemberî komên çekdar ên girêdayî Enqere lawaz û kêmbandor bin."

LUBNANÎ JI HIZBULLAHÊ ÇI HÊVÎ DIKIN?ˈ

Rojnameya El Lîwa ku bal kişand ser agirbesta li Lubnanê diyar kir "Di sê rojên destpêkê yên agirbestê de, Lubnanê destnîşan kir ku ew alî ye ku herî zêde dixwaze pêbendî şert û bendên biryara 1701ˈê bibe. Li ser vê yekê bi lez hêzên artêşa Lubnanê şand başûr ji bo  li herêmên sînor bi cih bibin. Ji saetên ewil ên biryara rawestandina operasyonên leşkerî û vir ve, bi deh hezaran kesên koçber vegeriyan warê xwe."

Têkildarî Îsraîlê jî hate gotin " Îsraîlî hêzên xwe ji deverên ku di dema şer de ketibûn der venekişandiye û hejmarek ji kesên ji bakur venegeriyan malên xwe."

Li gorî rojnameyê; "tişta ku lubnanî ji Hizbullahê hêvî dike ew e ku di erkê xwe yê nîştimanî de piştgiriya artêşê bike da ku careke din belav bibin. Ev yek dê bihêle ku dagirker di demeke nêzî de ji herêmê vekişin."

(bb)