Dîmenên bombebarana hikumeta Şamê li dijî çeteyan

Hêzên hikumeta Şamê piştî ku nêzî 32 gund û bajarok ji dest dan, hewl didin li ber pêşdeçûnên çeteyên Enqere yên ber eniya Xan El Esel- Menûsra ya gundewarê Helebê ve diçin, bigirin.

Dîmenên bombebarana hikumeta Şamê li dijî çeteyan
29 mijdar, 2024   10:01
HELEB
MIHEMED EBDO

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di roja sêyemîn de êrişên xwe li dijî gundewarê Helebê didomînin. Hêzên hikumeta Şamê li hemberî êrişan bersivê didin. Li gorî agahiyan, di şer û êrişan de zêdetirî 129 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam, 82 leşkerên Şamê û 20 sivîl hatine kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku ku hêzên hikumeta Şamê  tank, obîs, erebeyên veguhestina leşkeran li nêzî Çerxerêya Mewt û Çerxerêya Basil ên li rojavayê Helebê bi cih kirin.

Hêzên Şamê ji eniya Kastelo ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bombebaran dike.

Di dîmenên ku ajansa me kişandine de xuyan dibe ku hêzên hikumeta Şamê bi obîsên û çekên giran li çeteyan didin.

Li gorî çavkaniyan, hêzên hikumeta Şamê amadekariyên operasyoneke dike da nêzî 254 kîlometere an ku 32 gund û bajarokên ji dest daye vegerîne û li ber pêşdeçûnên çeteyan ber bi eniya Xan Esel- Mensûra ve bigire.

(bb)