Rojnameyên erebî: Enqere ji bo asayîkirina têkiliyên bi Şamê re bi israr e

Hewldanên Enqereyê yên asayîkirina têkiliyan bi Şamê re, şerê Îsraîl û Hemasê, her wiha hilbijartinên DYA’yê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Enqere ji bo asayîkirina têkiliyên bi Şamê re bi israr e
18 tîrmeh 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Filistînê de nivîskarê iraqî Mihemed El Saîdî gotarek bi sernavê "Rojhilateke nû" ji rojnameya El Ereb a Londonê re nîvisand. 

Nivîskar El Saîdî di gotara xwe de dibêje: "Ji ber bêîstiqrariya li welatên herêmê û bûyerên li Xezayê rû didin, herêm heta sala 2025’an li pêşberî guhertinên girîng û mezin e. Li gorî raporê, ji bo rewşê 3 senaryoyên muhtemel hene. Senaroyaya yekemîn; asta şerê di navbera her du aliyan de wekî xwe bimîne bêyî ku artêşa Îsraîlê tu pêşketinê pêk bîne. Senaryoya duyemîn; kabûsa şer vekirî bimîne û tundiya li Xezayê zêdetir bibe. Senaroyaya sêyemîn jî; rewşa bendewarî û hêviyê ya filistîniyan ku agirbestek demdirêj li Xezayê û planek ji bo jinûve avakirina madî û siyasî hebe. Çavdêr û şîrovekar senaroyaya yekemîn bêtir tercîh dikin û dibêjin heta niha senaryoya sêyemîn ne mimkun e pêk were, lê dibe ku sala 2026’an pêk bê, nemaze ku şerê li Xezayê hîna bi dawî nebûye û gefên rûdanên şerekî wêranker di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnanê zêdetir dibin."

Li gorî El Saîd; “Rewşa Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe. Dibe ku ber bi aramî û diyalogê ve li ser dosyayên herî aloz ve biçe, bi taybetî dosyaya nukleerî ku tê hêvîkirin hikumetên nû yên DYA û Îranê dîsa vekin. Li gel van hemû îhtîmalan, guhertinên li ser erdê bi zelalî nîşan didin ku Rojhilata Navîn a bê, dê aramtir bibe û ber bi geşepêdanê ve biçe.”

ŞERQ EL EWSAT: TIRKIYE BI ASAYÎKIRINA TÊKILIYÊN VE GIRÊDAYÎ YE

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên asayîskirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re. Hate gotin, tevî ku Şamê bi şertên xwe yê vekişîna leşkerî ya Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û rawestandina destekkirina komên "terorîst" ve girêdayî ye, lê Tirkiyeyê peyamên nû ji bo domandina hewldanên xwe yên asayîkirina têkiliyan bi Şamê re dan. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Erdogan diyar kiriye ku ew ê di asayîkirinê de berdewam bike û got: "Di demekê de ku herêm li ser sêleke sor e, danîna hevsengiyên nû di siyaseta derve de ji bo Tirkiyeyê pêwîstiyek e.”

ROJNAMEYA EL XELÎC: HILBIJARTINÊN DYA’YÊ Û ASTENGIYÊN XETERNAK

Nivîskar û lêkolînerê ji Zanîngeha Tûnisê Kemal Bilhadî di gotarekê de ku di rojnameya El Xelîc de weşandiye, cih daye êrişa li namzetê hilbijartinên serokatiyê yê DYA’yê Donald Trump û bandora wê li proseya hilbijartinê.

Li gorî Bilhadî, piraniya analîzvan û çavdêr li ser vê li hev dikin ku êrişa li dijî Trump dê rewşa li hundir aloztir bike û li şûna ku wî ji qada siyasî dûr bixe, mimkun e dîsa bibe serokê DYA`yê.

Bilhadî bi bîr dixe kuTrump dema serokê DYA’yê bû, “gelek aliyên xeternak ên Împaratoriya DYA’yê nemaze şerên wê yên berfirehbûnê û xwîndar ên ku bi dawî nabin, teşhîr kirin”.

(bb)