ji gerîlayan 7 çalakî: 3 dagirker hatin cezakirin, 6 jî birîndar bûn

Di çalakiyên Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ên li herêma Zapê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û çeperên dagirkeran di rêjeyeke girîng de hatin herifandin.  

ji gerîlayan 7 çalakî: 3 dagirker hatin cezakirin, 6 jî birîndar bûn
18 tîrmeh 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got: “Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş di navbera dîroka 8 -13'ê Tîrmehê de 7 çalakiyên hewayî li dar xist. Artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Sergelê a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hate armanckirin û bi awayekî bi bandor hate lêdan.

Di 7 çalakiyên ku ji aliyê yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve hate lidarxistin de, bi qasî ku hate zelal kirin bi giştî; herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û çeperên dagirkeran di rêjeyeke girîng de hatin herifandin."