Rojnameyên erebî: Binkeftina Erdogan di dîroka Tirkiyeyê de qonaxeke girîng e

Rojnameyên erebî têkildarî binkeftina Erdogan di hilbijartinên şaredariyan de, şerê li Xezayê û têkiliyên Iraq û Îranê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Binkeftina Erdogan di dîroka Tirkiyeyê de qonaxeke girîng e
5 nîsan, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî encamên hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyeyê de nûçeyek bi sernavê "Binkeftina Erdogan di dîroka Tirkiyeyê de qonaxeke girîng e" nivisî.

Rojnameyê diyar kir ku ji encamên hilbijartinan diyar dibe ku Erdogan êdî herêmên ku berê di bin kontrola wî de bûn, ji dest dan û hêrsa li hemberî AKP`ê zêde bûye, ji ber ku rêjeya enflasyonê zêde bûye.

Li gorî rojnameyê binkeftina AKP`ê, dê bandorê li hewldanên Erdogan bike ku dixwaze bi rêya destûreke nû heta 2028`an li ser desthilatê bimîne.

‘FIŞAR LI SER NETANYAHU ZÊDE BÛ Û BIDEN GOT ŞER NIHA RAWESTÎNE’

Der barê şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de rojnameya El Exbar a Lubnanê ku agahiyên xwe spartin gelek çavkaniyan, diyar kir ku serokê Amerîkayê Jeo Biden ji destpêka şerê li Xezayê ve cara yekemîn e ji Netanyahu re dibêje şer yekser rawestîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gel wê, fişarên Amerîkayê yên li ser Til Evîvê zêde bûn û îhtîmal heye Îsraîl tawîzên mezin bide. Têkildarî mijarê rojnameyê axaftina rayedarekî Hemasê bi bîr xist ku amerîkî û misirî dixwazin dan û standin berdewam bike, ruxmî ku her du alî gelek ji hev dûr in û tiştekî nû di pêşniyara Misirê de tune ye ku vê dawiyê kiriye.

‘ÎRANÊ JI IRAQÊ DAXWAZ KIR KU TÊKILIYAN PÊ RE XURTTIR BIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da têkiliyên di navbera Iraq û Îranê de, nemaze ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî dê dawiya vê hefteyê serdana Washingtonê bike. Li gorî rojnameyê Îranê ji Iraqê daxwaz kiriye têkiliyên pê re xurttir bike, bi taybet aramiyeke baldar li Iraqê çêbûye.

Rojnameyê diyar kir ku li gel banga Reîsî ya ji bo xurtkirina têkiliyan, lê belê El Sûdanî ji serdana xwe ya ji bo Washingtonê armanc dike gelek dosyayan çareser bike, mîna hebûna hêzên biyanî li Iraqê, di serî de hebûna leşkerî ya Amerîkayê bi şiklekî ku bandorê li têkiliyên herêmî û navneteweyî yên Iraqê neke. 

(şx)