Rojnameyên erebî: Agahî hene ku Hemasê jihevxistina baskê xwe yê leşkerî erê kiriye

Rojnameyên erebî behsê kir ku agahî hene Hemas li beramberî avakirina dewleta Filistînê, dê baskê xwe yê leşkerî ji hev bixe. Her wiha cih dan êrişên komên Iraqê yên li dijî hêzên Amerîkayê û serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê.

Rojnameyên erebî: Agahî hene ku Hemasê jihevxistina baskê xwe yê leşkerî erê kiriye
22 nîsan, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê nûçeyek bi sernavê "Agahî hene ku tevgera Hemasê dê li beramber avakirina dewleta Filistînê li ser sînorên 1967`an, baskê xwe yê leşkerî ji hev bixe” weşand.

Rojnameyê da zanîn ku piştî serdana rêveberên Hemasê ji bo Stenbolê, ev agahî û agahiyên din ên der barê guhertina navê Hemasê de hatine belavkirin.

Rojnameyê di heman demê de diyar kir ku heta niha rêveberên Hemasê tu daxuyanî têkildarî daxuyaniya rayedarekî Tirk ê ku ev agahî dane, nedan û îhtîmal heye rêveberiya siyasî ya Hemasê navenda xwe bibe Qeterê.

‘HIZBULLAHA IRAQÊ DOMANDINA ÊRIŞAN LI DIJÎ HÊZÊN AMERÎKAYÊ RAGIHAND’

Rojnameya El Erebî El Cedîd di nûçeya xwe de destnîşan kir ku tugayên Hizbullaha Iraqê careke din dest bi hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên li welêt kiriye, ji ber ku di mijara derketina van hêzan ji Iraqê de di serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ya ji bo Washingotinê de tu pêşketin çênebûye.

Rojnameyê diyar kir ku serdana El Sûdanî encamên cidî têkildarî mijara derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê bi dest nexistin ku daxwaza sereke ya hevalbendên Îranê ne berovajî wê, ji daxuyaniya hevbeş a Amerîka û Iraqê nîşaneyên xurtkirina hevkariya leşkerî û ewlehî di navbera her du welatan de hene û behsa vekişîna leşkerî yan jî bidawîkirina erkên Koalîsyona Navneteweyî nehate kirin.

‘ERDOGAN DIXWAZE JI 2 ŞERAN DÛR BIKEVE; ŞERÊ ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ Û YÊ LI XEZAYÊ’

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî serdana serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji bo Bexda û Hewlêrê û dema serdanê, nûçeyek parve kir. Rojnameyê da zanîn ku Erdogan ji serdanê armanc dike ji 2 şerên gur dûr bikeve; şerê Îran û Îsraîlê û yê din jî şerê li Xezayê.

Li gorî rojnameyê bi salan e Erdogan di siyaseta xwe de zimanê retorikê bi kar tîne û ferzkirina hegemonyayê û dosyaya Filistînê beşeke wê ye. Rojnameyê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan aşkera kiriye ku welatê wî û Iraq dê 20 lihevkirinan di serdanê de îmze bikin.

(şx)