Rojhilata Navîn a nû li Silêmaniyê bi destê jinan dest pê dike - Huzanî MEHCÛB

Rojhilata Navîn a nû li Silêmaniyê bi destê jinan dest pê dike - Huzanî MEHCÛB
28 gulan, 2025   06:15

Gelo însiyatîfên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikarin veguherîneke rastîn û mayînde di jiyana jinan de çêkin? Ev arîşe Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Afrîkayê (NADA) eleqeder dike ku şerekî çarenûsî ya jinên herêmî ya li hemberî dîroka paşguhkirin, rewşa tevlihev a siyasî û ewlehiyê nîşan dide.

Silêmanî ku wekî navenda çand û berxwedana sivîl tê dîtin, şahida veguherînên mezin e.  Li vî bajarî Hevgirtina NADA’yê di kongreya xwe ya yekemîn de jinên ji 19 welatan anîn cem hev. Hevdîtin ne pîrozbahî bû û ne jî kevneşopî bû. Lê ji bo ji nû ve pênasekirina armancên pêşîn, diyarkirina sînorên nû yên çalakiya jinan, derbaskirina sloganan, çareserkirina pirsgirêkên, şer, şîdeta sîstematîk, koçberî, paşguhkirin û serdestiya mêran qadek bû.

Tiştê balkêş ew e ku jinên beşdar tu gilî û gazinc bi xwe re neanîn, lê belê proje, pêşniyar û ramanên ku dikarin werin bicihanîn bi xwe re anîn. Nîqaş li ser rewşa li ser erdê bû û dûrî teoriyan bû, li ser prensîbeke sade bû lê cewherî bû ku rûmet nayê wergirtin, lê bi rêya birêxistinbûyîn, xebat û piştevaniya jinan tê standin.

Di nîqaşên berfireh de kongre veguherî cihê parvekirina nêrînan. Jinan çawaniya derbaskirina pirsgirêka belavbûna ji hev, çalakkirina hevbendiyên bêsînor û avakirina torên piştevaniyê gotûbêj kirin. Di kongreyê de têgeha “şoreşa jinan" wek dirûşmeke radîkal derneket pêş, lê belê wek veguherîneke kûr ji bo pêkhatina civakî û siyasî derket pêş ku jinan bike hêmaneke sereke di cihê biryardayînê de.

Ya balkêş ku di hevdîtinê de derket pêş; pêşniyarên bi cesart û zelalbûna diyarkirina alavên derbaskirina astengî, zehmetî û pirsgirêkan bû. Her wiha atolyeyên ku di kongreyê de hatin lidarxistin, ji mozaîkeke birêxistinkirî wêdetir platformên perwerde, analîz û şîrovekirinan bûn. Di van atolyeyan de pirsgirêka tundiya zayendî, geşkirina aborî, tevlêbûna qada siyasî, têkoşîna li dijî tevahî cureyên cudakariyê bûn. Her nîqaşek li pişt xwe ezmûnên rasteqîn, hejmar û serpêhatî hewldan ku ne bi mijarên ku dibin cihê dilovaniyê, lê belê ji bo şiyarbûnê hatin nîqaşkirin.

Di kêliyeke dîrokî de, beşdaran "Konfederaliya Demokratîk a Cîhanê ya Jinan" îlan kir ku wekî statuyeke ji enerjiyên jinan pêk tê û çarçoveyeke hevbeş a xebat û bandorê dide wan. Ev însiyatîf ne avaniyeke burokrasiyê ya nû ye, lê belê sîwana têkoşînekê ye ku ji dîrokeke dirêj a ezmûna piralî ya jinan derdikeve û armanc dike jinan biparêze û qadên wan di qada giştî de berfireh bike.

Ew tiştê ku ji Silêmaniyê derket ne tenê daxuyaniyek dawîn e. Ew îlankirina hişmendiyeke kollektîf a nû ye û biryareke zelal e ku dema edaletê bi dawî bûye. Jin li Rojhilata Navîn êdî ne di berevaniyê de ne, lê di dilê şerê siberojê de ne. Ji zikê êşê xeyal çêdibin, ji kaosa rastiyê îradeyek çêdibe û ji bajarekî ku li hember bayî li ber xwe daye, nexşerêyek ji bo Rojhilata Navîn a dadmendtir û berfirehtir ji dayik dibe.

(bb)