Rojnamevan Zinar Yildiz: Divê pêvajo ji gel re bê vegotin

Rojnamevan Zinar Yildiz destnîşan kir ku PKK wek îfadeya berxwedana gel derketiye, beriya niha jî di pêvajoya guhertinê re derbas bûye. Di navbera pêvajoya heyî û gel de mesafeyek heye, bi temamî gel pê re nebûye yek û got “Divê pêvajo ji gel re bê vegotin.”

Rojnamevan Zinar Yildiz: Divê pêvajo ji gel re bê vegotin
28 gulan, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Der barê encamên Kongreya 12`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dengvedana wê de rojnamevan Zinar Yildiz ji ANHA`yê re axivî.

Zinar Yildiz diyar kir ku heke mirov bixwaze sedemên li pey pêkanîna kongreya PKK`ê nas bike, divê li destpêka derketina PKK`ê vegere. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser Kurdan siyaseteke ku bêhtir bingehê xwe ji siyasetên hegemonîk ên kapîtalîst ku dewletên Brîtanya, Fransa û Almanyayê pêşengiya wê dikir, hate meşandin. Bi rêya wê siyasetek li Rojhilata Navîn jî hate diyarkirin, rewşa Kurdan hate zelalkirin û di nava çar netewedewletên herêmê de hate parvekirin. Pê re siyaseta înkarkirin û helandinê hate meşandin, bingeha van siyasetan avakirina netewdewletekê bû ku bi rêya wê gelê Kurd bê tunekirin. Li hember van komkujiyên ku li dijî gel pêk hatin, gelek serhildan derketin, tenê li Bakurê Kurdistanê 28 serhildan çêbûn.

Zinar Yildiz di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di encama berxwedana gel de bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan piştî salên 1970`yî serhildana PKK`ê wek îfadeya berxwedana gelê Kurdistanê dest pê kir, PKK ji hêla gel ve rastî eleqedarî û piştgiriyeke pir mezin hat û PKK`ê li dijî sûcên ku li beramberî gel dikirin siyaseteke dijwar meşand. PKK`ê li Kurdistanê rastiya berjewendiyên gel derxist holê, ji sala 1978’an heta 1998’an siyasetên netewdewletê li dijî Kurdan ji holê rakirin û Kurd hişyar kirin.

Zinar Yildiz bal kişand ser pêvajoyên ku PKK tê re derbas bû û diyar kir ku di dema derketina PKK`ê de li cîhanê 2 blokên siyasî yên sereke hebûn; li aliyekî bloka kapîtalîst ku ji hêla Brîtanya, Amerîka, Fransa û Almanyayê ev dihat meşandin û ya din jî bloka sosyalîst bû ku pêşengiya wê ji aliyê Sovyetê ve dihate kirin. Rêber Abdullah Ocalan di sala 1986`an de pirsgirêkên sosyalîzmê yên ku nikarîbû rastiyê îfade bike, nirxandine, di heman salê de pirtûka `Pirsgirêkên Sosyalîzmê û Şoreş` derxist û wiha got: “Rêber Apo bi awayekî aşkera pirsgirêka sosyalîzmê didît, lê PKK li ser bingeha reel sosyalîzmê hatibû avakirin û partiya lenînîst esas girtibû, piştî nirxandinên Rêber Apo li ser wê îfade pê kir ku reel sosyalîzm ne di berjewendiya gelan de bû, bêhtir bi dewletbûyîn û desthildariyê nikarîbû têkiliyên xwe qut bike, piştî sala 1989`an bingeha ku PKK li ser hatibû avakirin hilweşiya, li vir pêwîstiya guhertina PKK`ê hebû. Ji bo guhertinê destpêka salên 1990`î Rêber Apo ev nêrînên xwe anîbûn ziman, wê demê PKK`ê nikarîbû xwe di wê pêvajoya teng de biguherîne, li hemberî gel êrişên pir dijwar hebûn.”

Zinar Yildiz destnîşan kir ku di salên 2000`î de Rêber Abdullah Ocalan dest bi amadekirina parêznameyên xwe kir, Rêber Abdullah Ocalan bi vê gavê ji bo guhertinê deriyekî pir mezin ji bo PKK`ê vekir, deriyekî berfireh û ronahiyeke ku ronî dida gelê li Rojhilata Navîn jî vekir. PKK`ê jî di paradîgmeya xwe de guhertin çêkiribû, PKK’ê di sala 2002`yan xwe fesih kir, 2004 û 2005 birêxistinbûyîna xwe berfireh kir. Di vê pêvajoyê de destwerdanên navneteweyî çêbûn, di nava PKK`ê de tesfiyekarî derket holê, bi wê tesfiyekariyê xwestin PKK vegere sîstema xwe ya berê û wê di nava sîstema kapîtalîst de bihelînin. Ji bo parastina nirx û têkoşîna ku hatiye kirin, PKK`ê xwe ji nû ve ava kir.

Zinar Yildiz da zanîn ku fesihkirina PKK`ê, nayê wateya qedandin PKK`ê, aliyê ku PKK`ê li hemberî wê derdiket ew jî di siyasetên xwe yên înkarkirin û tunekirin de israr dikir, bi wê hişt ku dubarebûyîn çêbe û pêvajoya şer bidome, Rêber Abdullah Ocalan her li pey guhertina vê rewşê bû û wiha dom kir: “Her dem aliyê nikarîbû di pêvajoyê de guhertinê çê bike, dewlet bû. pirsa ku tê kirin ew e di vê pêvajoyê de dewleta çi qasî dikare xwe biguherîne? Di vê pêvajoyê de em dibînin ku MHP`ê partiya ku herî zêde di vê paradîgma kevnar a dewletê de israr dikir, gav jê dest pê kir.”

Zinar Yildiz diyar kir ku heke Rêber Abdullah Ocalan biryardariya dewletê nedîtiba, ew bawer nedikir ku Rêber Abdullah Ocalan bangewaziyekê bike. Dê siyasetên inkarkirinê bên rakirin û dê dewlet bi awayeke hesas nêzî demokrasiyê bibe, wê dewlet ji bo demokrasiya gelan di nava yaseyan de, gelek cihên esasî bide, ew cih ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Zinar Yildiz bal kişand ser zanîn û zelalkirina pêvajoyê li pêşberî gelan û da zanîn ku ji ber tundiya ziman û kiryarên dewleta Tirk di nava 20 salên derbasbûyî de, di bin navê şerê PKK`ê li hemberî gelê Kurd de gelek komkujî pêk anîn, niha ji aliyê gelê Kurd û Tirk de nenaskirineke di aliyê pêvajoyê de heye. Divê ev pêvajo di nava gel de baş were nîqaşkirin û ev piskolojiya ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin ji aliyê gelan ve were guhertin û wiha got: “Rola qada siyasî di pêkanîna guhertinê de heye, divê xwe bighîne hemû beşên civakê. Ev pêvajo çi ye, bi çi sedemî hatiye destpêkirin û wê çawa bi encam bibe, divê bersiva van pirsan bê dayîn. Niha di navbera gel û pêvajoyê de mesafeyek heye, bi temamî gel bi pêvajoyê re nebûye yek. Rola ragihandinê jî girîng e, ew amûra sereke ji bo gihandina civakê ye. Divê ji pêvajoya şer zêdetir rojnamevan vê pêvajoyê bişopînin û ji raya giştî re ragihînin.”

ANHA