Sebzeyên xwecih bazaran geş dikin û buhayan kêm dikin

Bazarên kantona Dêrazorê bi sebzeyên xwecih ku buha ji sedî 50 kêm kiriye, dagirtî bûye.

28 gulan, 2025   08:05
DÊRAZOR
EHMED SEMIHAN

Li kantona Dêrazorê cotkar girîngiya didin çandiniya sebzeyên havînî yên zû. Lewma hemû cûreyan bi bazarên bajêr dadigirin. Çandiniya van sebzeyan di meha Sibatê de dest pê dike û piştî du mehan ji baldariyê berhem tên rakirin û firotin.

Cotkarên li kantona Dêrazorê hemû cureyên sebzeyan mîna bacanên sor û reş, xiyar, xirtik û îsot, her wiha zebeş û kundiran diçînin û bi ava Çemê Firatê, kooperatîfên çandiniyê û bi rêya bîran av didin.

Bi berhevkirina sebzeyan re, cotkar niha berê xwe dane sebzeyên havînê yên ku destpêka Nîsanê çandine.

Xelk û cotkarên kantona Dêrazorê diyar kir ku ji zêdekirî mehekê ve buhayê sebzeyên xwecih bi qasî ji sedî 50 ji buhayê sebzeyên ku ji derve tên daketiye.

Li bazarê Dêrazorê bihayê kîloya xiyar bi hezar  û 500 Lîreyên Sûriyeyê ye, buhayê  xirtikan (dolme) jî 2 hezar Lîreyên Sûriyeyê ye. Her wiha bacanê sor ji 11 hezarî dakete 7 hezar lîreyan.

Cotkarê bi navê Ebdurehman El Îsa yê ji bajarê Hecîn ê rojhilatê kantona Dêrazorê diyar kir ku li baxçeya wî hemû cûreyên sebezyên havînê û zivistanê tên çandin û got: "Hindik maye mewsima sebzeyên zivistanê bi dawî bibe. Em niha baldariyê didin sebzeyên havînê. Çend rojên bê em ê wan jî biçînin."

Îsa destnîşan kir ku buhayê sebzeyan ji sedî 50 daketiye û got: "Dema sebez li bazaran kêm bibe, buhayê wan bilind dibin. Lê dema zêde bin jî buhayê wan jî kêm dibe." 

Ebdurehman El Îsa bang li aliyê peywendîdar kir ku "destekê bidin cotkaran nemaze ku lêçûnên hilbirînanan bilind e."

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkera kiribû ku dê piştgiriyê bidin cotkarên pembo û sebezeyên havînî.

(ac/bb)

ANHA