Komên çekdar ên başûrê Sûriyeyê biryara fesixkirinê red kir

Berdevkê "Odeya Operasyonên Başûr" a ku Derayê kontrol dike ragihand ku ew ne bi fesixkirina koman re ne û pêşniyar kir ku weke saziyeke leşkerî tev li wezareta berevaniyê bibin.

Komên çekdar ên başûrê Sûriyeyê biryara fesixkirinê red kir
7 ÇILE, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî biryara Heyet Tehrîr El Şam a fesixkirina tevahî komên çekdar, lê Îtîlafa Komên Çekdar a Başûrê Sûriyeyê red kir ku çekên xwe deynin û got ew amade ne bikevin bin banga wezareta berevaniyê.

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 25ˋê Kanûnê de bi tevahî "komên çekdar" re li hev kiribû ku çekên xwe deynin û tev li wezareta berevaniyê bibin. Lê "Odeya Operasyonên Başûrê" ku Îtîlafa Komên Derayê ye di civînê de amade nebûbû.

Ev yekitî ku bi rêveberiya Ehmed El Ewdê ye, hêza leşkerî ya yekemîn bû ya ku ji bo parastina saziyan ket Şamê.

Berdevkê "Odeya Operasyonên Başûr" ku niha Derayê kontrol dike, Nesîm Ebû Era got ew bi fikreya fesixkirina koman îqna nebûne, li gel wan çek, alavên giran û amadekariyên giştî hene û ew dixwazin bi saziyeke leşkerî tev li wezareta berevaniyê bibin.

Di hevpeyivînekê de bi "Ajansa Rojnamevaniyê ya Fransayê" re, Ebû Era got: "Em hêzeke rêxistinkirî ya başûrê Sûriyeyê ne. Zabitên ku ji artêşa berê veqetiyabûn niha vê saziya leşkerî bi rê ve dibin."

El Era diyar kir ku dema artêşa rejîmê li bakurê Şamê têk çû, wan hêzên xwe şandin Şamê û got: "Tevliheviyeke mezin hebû, lê me saziyên sereke, navendên Neteweyên Yekbûyî (NY) û balyozxaneyên dewletên rojava û yên Erebî parastin û em bi şandeyên dîplomasî re çûn hotêla Four Seasons."

(mh/fr)