ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 1 – 2025
6 ÇILE, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan dibêje; “Ferdê xwedî heqîqet ji aliyê civaka xwe ve tê diyarkirin. Mirov nikare li ti ferd yan jî xwediyê heqîqetê serwext bibe heke mirov civakîbûna ew pêve girêdayî ji nedîtî ve were. Mirov heta civakan fêhm neke, der barê pirsgirêkên wan de nikare xwe bigihîne çareseriyên para wan a heqîqetê zêde."

Şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bang li rêxistin û partiyên kurdî kir ku bibin yek, berjewendiyên partiyetî û kesayetî bidin aliyekê.

Jinên ji bajarê Tirbespiyê diyar kir ku hevgirtina gelan dê azadiyê mîsoger bike û got "QSD hêviya me ye."

Parêzer û çalakvan Adil El Hadî yê ji bajarê Siweydayê got ji bo parastina sûriyeyiyan û avakirina dewleteke demokratîk û ilmanî pergala nenavendî forma herî guncew e.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina kongreya nîştimanî ya kurdî tê kirin. Armanca lidarxistina kongreyê, yekitiya nîştimanî ye. Komîteya amadekar plan dike ku piştî 2 hefteyan li dar bixe.

Hêzên Parastina Civakî yên kantona Reqayê der barê berdewamkirina parastina kantonê bi QSDˋê re daxuyaniyekê didin. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Tirbespiyê cenazeyên şervanên QSDˋê şehîd Ednan Yehya û Hemze Elî El Hebîbî yên ku li herêma Bendava Tişrînê şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Dilşêr dispêre axê. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê der barê piştgiriya QSDˋê daxuyaniyekê dide. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên berxwedana bendava Tişrînê, Qereqozaq û El Curniye li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê defin dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana QSDˋê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê nwê meşekê li dar dixe. Meş ji Çerxerêya Jinê ya bajêr dest pê dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN